Di çalakiyên Pêncşemên Reş ku her hefte ji bo şaredar û siyasetmedarên kurd serbest bên berdan û operasyonên siyasî û leşkeriyê şermezar bikin pek tînin vê hefteyê jî li Wêranşar, Pirsûs, Qoser, Dêrik, Êlih, Wan, Qelqelî û Peyasê berdewam kir. Di vê hefteyê de çalakgeran xwest rayedar li hemberî daxwazên girtiyan ên ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bêdeng nemînin.
RIHA : Li navçeyên Pirsûs û Wêranşarê ji bo şaredar û siyasetmedar serbest bên berdan li ber avahiyên şaredariyê çalakiyên Pencşema Reş hatin lidarxistin. Li Pirsûsê Wekîlê Şaredarê Pirsûsê Hulya Demir, rêveberên BDP'ê û Nûnerê Genel-Îş'ê yê Pirsûsê Bekir Koştu, amade bûn. Vê hefteyê 9'ê Cotmehê şermezar kirin û bi çalakiya rûniştinê bi dawî kirin.
Li navçeya Wêranşarê jî rêveberên BDP'ê Wekîlê Şaredar Mehmet Burun xebatkarên şaredariyê Alîkara Şaredar Suna Ulugturken, amade bûn. Li vir jî şer şermezar kirin û xwest guh bidin daxwazên girtiyan û 9'ê Cotmehê şermezar kirin. Komê piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.
MÊRDÎN : Li navçeyên Qoserê û Dêrikê yên Mêrdîn jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin. Endam û rêveberên BDP'ê wekîlên şaredar û endamên meclîsa şeredariyê yên Qoserê, hevparên KESK'ê nûnerên Genel-Îş, KURDÝ-DER, MEYA-DER, MADAY-DER, nûnerên Meclîsa Jinan a Nuda û gelek kesên din amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Ziman beden e li bedana xwe xwedî derkevin! Rêberê Gelê Kurd" vekir Endama Meclîsa Şaredariyê Melek Kahraman, daxuyanî xwend û xwest hikûmet dest ji polîtîkayê înkar û îmhayê berde û guh bide daxwazê gelê kurd û girtiyan. Kahraman bal kişand ser çalakiya Serdar Yektaş, diyar kir ku ji ber pêkanînên dijdemokratîk ên Tirkiyeyê ev çalakî hate lidarxistin. Li navçeya Dêrikê jî endam û rêveberên şaredariyê û BDP'ê li ber avahiya xizmetê ya Dêrikê çalakî pêk anîn. Komê piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.
ÊLIH : Li Êlihê jî girseya ku li ber avahiya Şaredariyê kom bûn, pankarta "Hefteya 140'an e hêj vîna me girtî ye" vekirin û çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de endamên meclîsa BDP'ê Hevserokên BDP'ê yên Êlihê û gelek kesên din amade bûn. Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban Dr. Selahattin Oguz, diyar kir ku êdî li Tirkiyeyê girtîgeh bûne kampa komkirinê û polîtikayên înkar û bişaftinê yên AKP'ê li dijî gelê kurd berdewam dikin. Oguz, da zanîn ku li gelek girtîgehan bi sedan girtiyên siyasî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe dane ber mirinê û wiha got: "Girtî azadiya Brêz Abdullah Ocalan dixwazin. Divê rayedar bi lezgîn vê daxwaza wan bi cih bîne." Pişti daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.
WAN : Li Navenda Wanê û navçeya Qelqeliya Wanê jî bi heman rengî çalakî hatin lidarxistin. Koma ku li ber avahia TUM BEL SEN'ê li hev kom bûn heta avahiya şaredariyê meşiyan. Di meşê de Hevserokê BDP'a Wanê Yakup Ataş, Cîgira Şaredarê Wanê Gulbahar Orhan, endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Egîtîm Sen, ÎHD, MEYA-DER, TUHAD-DER, KESK û gelek nûnerên saziyên din amade bûn. Girsê di meşê de slogan berz kirin û girtin şermezar kirin.
Li navçeya Qelqeliya Wanê jî bi heman armancê li ber avahiya şaredariyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Koma ku daxuyani da pişt re çalakiyla 15 deqîqeyan a rûniştinê pêk anî û belav bûn.
AMED : Li navçeya Peyasê ya Amedê di çarçoveya çalakiyên pêncşema reş de çalakiya hefteya 139'emîn pêk hat. Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, rêveberên BDP'ê , endam û rêveberên Tumbel-Sen'ê û ji nûnerên rojnameya Azadiya Welat tevli çalakiyê bûn. Axaftina destpêkê Serokê Tumberl-Sen'a Amedê Medenî Alpkaya kir û anî ziman ku ew 139 hefte ne ji bo bêyîhiqûqiya li hemberî siyasetmedarên kurd di dadgehan de tê kirin were bidawî kirin li hem kom dibin. Alpkaya balkişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan berdewam dike û mafê axaftinê da yek ji edîtorên rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen.
Olçen ê ku li ser navê komê daxuyanî da balkişand ser polîtîkayên îkar û îmhayî yên hikûmeta AKP'ê û wiha axivî: "Em di hefteya 139'emîn de ji bo ku bêhiqûqiya li hemberî siyasetmedar, rojnameger, şaredar, sendîkavan, xwendekar, jin , ciwanan were bidawî kirin û demildest bigihîjin azadiya xwe li vir kom bûne. Îro j îli Amedê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran doza pêşeng û vînên gel ên di bin navê qirkirina siyasî de hatine girtin berdewam dike. Lê belê ji berk u doz siyasî ye ya kul i dadgehê pêk tê ne darziandin şanoyek e."
Olçen di axaftina xwe de balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên ku ji bo tecrîd bidawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û axaftian xwe wiha bidawî kir: "Girtiyên siyasî ku di encamam operasyonên qirkirina siyasî de hatine girtin ji bo ku ev şerê qirêj bidawî bibe û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigihîje azadiya xwe bi bedena xwe ku tekane çeka wan a têkoşînê ye dest bi greva birçîbûnê kirine. Greva girtîgehan 30 roj li dû xwe hiştin û pêl bi pêl girtîgehên din jî tevli vê berxwedanê dibin. Em berxwedana wan silav dikin û heke hikûmet di çareseriyê de samîmî be û dixwaze şer bidawî bike divê demildest guh bide daxwazaa girtiyan."