Di navbera rêveberiya Herêma Kurdistanê û hukûmeta navendî ya Iraqê de ji bo ji nû ve vekirina nunertiya Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê ya ku hatibû girtin, hevdîtin berdewam dikin.
Di meha tebaxê de bi hinceta belgeyên wê ne temam in, nunertiya Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê ji aliyê hukûmeta Nûrî El Malikî ve hatibû girtin. Ji bo ji nû ve vekirina vê nunertiyê, her du hukûmet li hev civiyan. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji bo ji nû ve vekirina nunertiyê, li Bexdayê hevdîtin pêk hatin û lihevkirin pêk hatiye.
Ev helwesta hukûmeta Bexdayê, weke bêtehemuliya rêveberiya Nûrî el Malikî ya li hemberî rêveberî û destkeftiyên Kurdan hatibû şîrovekirin. Ji nû ve vekirina nunertiyê, ji bo têkiliyên Hewlêr û Bexdayê pir girîng e.
Rayedarek ku beşdarî hevdîtinê û nexwest navê xwe aşkere bike, ragihand ku dê di rojên pêş de nunertî ji nû ve bê vekirin û ev yek dê ji bo çareseriya krîza Hewlêr-Bexdayê pir girîng be.
Der barê vê mijarê de hîna ne tu rayedarên Hewlêrê, ne jî tu rayedarên Bexdayê tu daxuyaniyek nedane.