Di lehiya li Wanê de cesedê duwîn jî dîtin

Di lehiya li Wanê de cesedê duwîn jî dîtin

Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê duh lehî rabû û di lehiyê de ciwanê 25 salî Evecît Ozbulak mirî hate dîtin. Dayîka Ozbulak Şîro Ozbulak (60) ku cesedê wê winda bû jî piştî lêgerînê mirî hate dîtin.

Duh esir li gundên navçeya Qelqeliyê ya Wanê piştî barana zêde lehî rebû. Li gundê Bogazkesen, Şehîttepe, Şemsettîn, Boduragaç, Çirak, Qalecîk û Hacikişla lehî rabû û gund di bin avê de man. Piştî lehî rabûn, gundên ketin ber lehiyê zerakek mezin dîtin. Li gundê Bogazkesenê mala Ozbulak di bin avê de ma. Piştî lehiyê cesedê Ecevît Ozbulak yê 25 salî û pişt re jî cesedê dayîka Ozbulak Şîro Ozbulak ya 60 salî mirî hate dîtin. Ji ber lehiyê gelek axur, mal û gom xirab bûn û bi sedan sewalê gundiyan telef bûn. Ji ber lehiyê rê jî xirab bûn û li trafîkê hatin girtin.