Hat ragihandin ku di encama çalakiya gerîlayan a li ser qereqola Giranê ya navçeya Şemizînana Colemêrgê de leşkerek mir û 5 leşker birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, saet di 15.00 de gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola Giranê ya Şemizînanê çalakiyek li dar xistin. Li gorî çavkaniyên Tirkan, leşkerek mir û 5 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî jî hejmara wendahiyên artêşa Tirk pir zêdetir in.