Di du hefteyan de 4 kes li ser sînor ji aliyê Îranê ve hatin kuştin

Di du hefteyan de 4 kes li ser sînor ji aliyê Îranê ve hatin kuştin

Li Urmiyeyê di encama gulebarana hêzên sînor ên rejîma Îranê li ser sînor kesek din jiyana xwe ji dest da. Her wiha hat diyarkirin ku di encama êrîşa leşkerên rejîma Îranê de li Pîranşarê jî kesek jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku 5’ê Îlonê de hêzên rejîma Îranê li ser sînor gule li “qaçaxçiyên” Kurd reşandin û di encamê de kesê bi navê Îsmaîl Kargar Rehma jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, leşkerên rejîma Îranê li bajarê Pîranşarê gule li “qaçaxçiyên” Kurd reşandin û di encamê de kesê bi navê Hesen Sekird êjiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku ji Şinoyê ye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di du hefteya borî de jî 2 kes li ser sînor ji aliyê rejîma Îranê ve hatin kuştin. Li gorî tomarên ANF’ê li gel van çar kesên navborî ji serê sala 2012 ve herî kêm 24 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.