Di doza KCK'ê ya Geverê de tu kes tahliye nebû û daxwaza girtiyan ya parastina Kurdî jî nehate qebûlkirin.
Rûniştina siyasetmedarên Kurd yên li Geverê di dîrokên cuda de hatin binçavkirin û hatin girtin li Wanê hate dîtin. Di dosyaya ji 4 beşan re hatî cudakirin rûniştina 8 kesan hate dîtin. Rûniştina Nazîf Ataman, Husnu Bulgan, Suleyman Sabrî Mavî, Abdurrahman Gemîcîoglu, Cemîl Bor, Siracettîn Firat, Naîf Oztekîn û Sabrî Tumen li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Wanê hate dîtin.
Di rûniştinê de daxwaza parastina Kurdî ya siyasetmedarên Kurd nehate qebûlkirin û li ser vê yekê derbazî parastin parêzeran hate kirin. Piştî parastina parêzeran mafê axaftinê dozgeriyê girt û xwest ku biryara girtina wan berdewam bike. Piştî navberê heyeta dadgehê bal kişand ser delîlên dosyayê û biryara girtina siyasetmedarên kurd bidome da û rûniştin taloqî 14'ê cotmehê kir.
Li gel Suleyman Sabrî Mavî yê di dosyayê de tê darizandin nexweşê şekir, dil û tansiyonê ye dîsa nehate tahliyekirin. Di salonê de ji ber nexweş bû derxistin derve.
Di heman dosyayê de 30 siyasetmedarên Kurd tên darizandin. Piştî biryara dadgehê malbatên siyasetmedarên kurd slogana "Zext me bêzar nakin" berz kirin û biryara dadgehê şermezar kirin.