60'emîn rûniştina doza "KCK"ê ya sereke ya 110 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê pêk hat. Wekî dozên rojên borî duh serê sibê dîsa derdorê edliyeyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan li 3 nokteyên cuda cihê kontrol û lêgerînê ava kir û welatiyên ku derbazî salona edliyeyê bûn yek bi yek di bin lêgerina dijwar de derbaz kir.
Di rûniştina duh de delîlên derbarê endama Meclisa Jinan ya DTP'a hatî girtin Esma Guler hat xwendin. Di îdianameya Guler de tevlîbûna merasîma cenazeyê yên Cîhan Denîz û Husnu Albayî yên DTP'yî wekî sûc hat nirxandin û bi îdiaya "Endama rêxistiniyê" tê darizandin.
Her wiha 54 kes bi sedema rapor girtibûn tevlî rûniştinê nebûn. Ji ber ku Guler xwest bi kurdî xwe biparêze mîkrofon hat qutkirin. Parêzer Nuzeyyen Nergîz, bertek nîşanî vê yekê da û da zanîn ku, xwe parastina bi zimanê dayîkê mafek xwezayiye. Serokê dadgehê got ku, ne li dijî parastina bi kurdî ne, lê qanûn destûr nade ku parastina bi kurdî bê kirin.
Guler wekî siyasetmedarên din tevlîbûna wê ya Newrozê, merasîma cenazeyê yên Cîhan Denîz û Husnu Albayî yên DTP'yî daxuyaniyên çapemeniyê û hwd wekî sûc hat dîtin. Her wiha di îdianameyê de ji ber ku Guler xebatên DOKH'ê kiriye wekî rêveberên KCK/TM hat nirxandin. Parêzer Nergîz got ku, ev delîlên ku hatine kom kirin nabe sedema cezakirinê.