Di çalakiya xizmên windayan de bana aşitiyê

Di çalakiya xizmên windayan de bana aşitiyê

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî di çalakiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan de axivî û diyar kir ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hêj şer berdewam dike û divê bi hêz ji bo aştiyê di mitîngên 1'ê Îlonê de hemû kes dengê xwe bilind bikin.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 186'emîn a ku ji bo "Winda bê dîtin kiryar bên darizandin" li Parka Koşuyoluyê li dar xistin. Endamên ÎHD'ê, rêveberên ESP'ê yên Amedê, ciwanên sosyalîst ên ji Almanyayê hatin, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER, KESK û gelek xizmên windayan tevlî civînê bûn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, anî ziman ku îro 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye û lê li gel hemû kedan hêj ji vê erdnîgariyê re aştî pêk nehatiye. Bîlîcî, da zanîn ku hêzên emparyalîst û hevkarên xwe hêj jî îro bi tank û topên xwe komkujiyan li dar dixin û wiha got: "Bi salane ji vê erdnîgariyê re aştî pêk nehat û azadî pêk nehatin. Hêzên emperyalîst û hevkarên wan her tim li hemberî gel şer kirn û sûcê mirovahiyê pêk anîn. Hêj jî wî sûcî dikin û kesên sivîl qetil dikin. Sedema vê yekê şer e. Bi vî şerî tu tiştî bi dest naxin."

'DIVÊ BI OCALAN RE MUZAKERE BÊN DESTPÊKIRIN'

Bîlîcî, anî ziman ku ji bo li Tirkiyeyê aştî pêk bê divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re muzakere bên destpêkirin û wiha pê de çû: "Em parêzvanên mafên mirovan li vir bang li hemû hêzên li cîhanê û bi taybet jî li Rojhilata Navîn dikin ku demildest şer bi dawî bikin rûmetê nîşanî vîna gelan bidin. Em dixwazin rûmetê nîşanî bawerî, ziman, çand, ol û nasnameyan bidin. Em dixwazin di serî de pirsgirêka kurd hemû pirsgirêk bi muzakereyê bên çareserkirin. Ji bo ev yeki jî pêk bê divê bi Rêerê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan ê ku gelê kurd ji xwe re weke rêber hilbijartî re diyalog pêk bê û tecrîda bi dawî bibe. Em dixwazin diyalog û muzakere bên destpêkirin û aştî pêk bê. Heke li ser vê erdnîgariyê aştî tu caran pêk nayê." Bîlîcî, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesî kir ku tevlî mitînga 1'ê Îlonê bibin.

ÇÎROKA SEDÎKA DAL A KU LI NISÊBÎNÊ HATE WINDAKIRIN HATE VEGOTIN

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdulselam Înceoren, çîroka windabûna Sedîka Dal a ku di sala 1994'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hate revandin vegot. Înceoren, çîroka windabûna Dal a hate revandin wiha vegot: "Dal dema ku li bajaroka Kertwênê ya Nisêbînê diçû nexweşxaneyê li taxa Şih Reşît ji aliyê endamên Hîzbullahê Takyettîn Altun û birayê wî ve hate revandin. Piştî xizmên wan agahî dan malbatê, malbatê serî li Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê û Midûriyeta Polîsan dan. Piştî hewildanan malbatê Altun hatin binçavkirin lê piştî demekê serbset hatin berdan. Piştî vê yekê hemû hewildanên malbatê bê encam man."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.