Di çalakiya Pêncşema Reş de “Vîna me rûmeta me ye”

Di çalakiya Pêncşema Reş de “Vîna me rûmeta me ye”

Li Mêrdîn, Amed û Wanê çalakiyên "Pencşema Reş" yên bi armanca serbest berdana siyasetmedarên Kurd her hefteyê pêk tên berdewam kirin. Di çalakiyan de pankrata "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me hinceta jiyana me ye" hate vekirin.

QOSER

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji bo serbestberdana siyasetmedarên Kurd li ber avahiya şaredariyê çalakiya pençeşema reş hate lidarxistin. Wekîlê Şaredarê Qoserê Haşîm Baday, endamên meclîsa şaredariyê, xebatkar, nûnerên saziyan û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Sekreterê Konseya Bajarê Qoserê Aslan Başboga diyar kir ku, Mehmet Yalçin yê ku bedena xwe da ber agir jiyana xwe ji dest da ew gelek xemgîn kirin û wiha got: "Em soz didin heval Mehmet. Em dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşînê bikin." Başboga anî ziman ku, gelê Kurd ji hemû bedelan re amade ye"

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştê pêk hat.

DÊRÎK

Li navçeya Dêrîkê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Wekîlê Şaredarê Dêrîkê Dogan Ozbahçecî û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankrata "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me hinceta jiyana me ye" û wêneyên Şaredara Dêrîkê Çaglar Demîrel hatin vekirin. Li ser navê komê Wekîlê Şaredara Dêrîkê Dogan Ozbahçecî daxuyanî xwend û diyar kir ku, gelê Kurd bi mitîngên azadiyê xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket û wiha got: "Kengî dewletê li gorî daxwazên gelê Kurd gav avêtin dê wê demê hemû pirsgirêk çareser bibin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

PEYAS

Li navçeya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê li ber avahiya şaredariyê çalakî pêk hat. Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, Alîkarê Şaredar Îhsan Avci, serokên BDP'ê yên Peyas, Rezan û Yenîşehîrê, HDK, Dayîkên Aştiyê, nûnerên sendîkayan û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê komê Endamê Koma Hewildana Meclîsa Kongreya Demokratîk ya Gelan Julîde Ateş daxuyanî xwend û diyar kir ku, ji bo pitşgiriyê bidin siyasetmedarên Kurd yên girtî hatin cem hev û wiha got: "Êrîşkariya hikûmeta AKP'ê her roj zêde dibe. Di hemû rejîmên êrîşkar de li dijî kesên mafên xwe tînin ziman zext pêktên." Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Peyasê Aygun Taşkin jî banga tevlîbûna mitînga 1'ê Îlonê kir.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

WAN

Li Wanê jî bi heman armancê daxuyanî û meş pêk hatin. Tum Bel-Sen'ê, KESK û Genel-Îş'ê jî piştgirî dan çalakiyê. Koma li ber avahiya Tum Bel-Sen'ê hatin cem hev hat ber şaredariyê meşiyan. Di meşê de sloganên "Destên dirêjî şaredar dibin bişkên" û "AKP dê hesabê bide gel" hatin berzkirin. Piştî meşê Rêveberê Tum Bel-Sen'ê Şukru Kaçici daxuyanî xwend û diyar kir ku, 84 rojin şaredarê wan girtiye û xwest ku şaredarê wan serbest bê berdan.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.