Piştî Dîlok, Stenbol, Kocaelî û Çanakaleyê niha jî li Îzmîrê êrîşê serokatiya navçeya Karşiyaka ya BDP’ê kirin. Di sê rojên dawî de 8 avahiyên BDP’ê rastî êrîşê hatin û xesarên mezin dîtin.
Nîjadperesetiya ku di bin parastin û xweşbiniya hikûmetiyê de ye piştî êrîşa Dîlokê careke din derket neçîra Kurdan.
Di têketina serokatiya navçeya Karşiyaka ya BDP’a Îzmîrê tabeleya wê hate texrîbkirin. Der barê mijarê de serokê navçeyê Mehmet Salîh Erçelîk diyar kir ku ew nizanin tabela kengî şkestiye, lê di rewşa ku xwe bigihinin dîmenên kameraya ewlehiyê dê kesên êrîş pêk anîne tespît bikin. Erçelîk da zanîn ku dema xwe bigihînin dîmenên kamerayê dê der barê kesên êrîşkar de serlêdana sûc bikin.
Li avahiya BDP’ê ya Çanakaleyê jî êrîş pêk hat. Serokên navendaê Abdullah Guler diyar kir ku bi şev saet 02.30’an de komek hatiye ber avahiyê û bi keviran camên avahiyê şkandine. Guler da zanîn ku gelek şuşeyên bîrayê û kevir di avahiyê de bûn û wiha got: “Ji ber ku di wê saetê de kes li avahiyê tune bû kesî zirar nedît. Polîsan lêpirsîn da dest pêkirin. Ji me re got li bajar alozî heye ûev jî ji ber wê pêk hatiye. Polîsan ji me re gotin dibe ku her tişt bibe, li xwe baldar bin.
Di 20’ê tebaxê de piştî êrîşa Dîlokê êrîşê BDP’ê Şehît Kamîl û avahiya navendî ya BDP’a Dîlokê kirin. Rojek şûnde BDP’a Nîzîr û avahiyê Araban û Bahçelîevler rastî êrîşê hatin. Di 22’ê tebaxê de jî li Kocaeliyê avahiya BDP’ê rastî êrîşê hat.