Li Amedê gelek sazî û partiyên siyasî ji bo ku di 1'ê Îlonê de mitînga bi navê "Çareseriya Demokratîk û Muzakere" li dar bixin serî li Walîtiya Amedê dabûn û bersiva erînî girtin.
Li Amedê amadekariyên mitînga dê di 1'ê Îlonê de pêk bê ya bi navê "Mitînga Çareseriya Demokratîk û Muzakereyê" berdewam dikin. Di çarçoveya xebatan de esnaf tên ziyaretkirin, belavok tên belavkirin û li navçe û gundên derdorê xebat tên meşandin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, parlementerên BDP'ê, nûnerên HDK'ê, şaredarên herêmê, nûnerên partiyên siyasî, odeyên pişeyî û gelek kesên din dê tevlî mitînga di 1'ê Îlonê de di demjimêr 16.00'an li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê bibin. Di mitîngê de hunermend Servet Kocakaya, Rojbîn, Seyda Perînçek, komên NÇM'ê jî dê konserê bidin.
Hate zanîn ku, ji serlêdana mitîngê re bersiva erênî hate dayîn.