'Destpêkê bi çiyayê Kurdistanê re aştiyê pêkbînin'

'Destpêkê bi çiyayê Kurdistanê re aştiyê pêkbînin'

1'ê Îlonê li Dêrsim û Semsûrê hate pîrozkirin. Di bernameyan de ji bo aştiyê banga muzakereyê hate kirin û navnîşana muzakereyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşan dan. Endamên Koordînasyona KCD'ê Ayla Akat di mitînga Dêrsimê de axivî û wiha got: "Heke hûnê bi me re aştiyê bikin divê berê hûn li çiyayên Kurdistanê re aştiyê bikin. Divê hûn berê bi Munzur, Dîcle û Firatê re aştiyê bikin."

DÊRSIM

Li Dêrsimê di bin pêşengiya HDK'ê li Parqa Seyît Riza mitîng hate lidarxistin. Endamê Lijneya Koordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û gelek welatî tevlî mitîngê bûn. Bi sedan kesên bi pankrata "Pevçûn na muzakere, mirin na çareserî" li ber suka binerd hatin cem hev û heta Parqa Seyît Riza meşiyan. Mitîngê bi rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê komîteya Amedekar Serokê Komîteyê Huseyîn Mavî axivî û diyar kir ku, ji ber polîtîkayên şaş yên AKP'ê welat ber bi şereke dijwar ve diçe. Mavî anî ziman ku, li Colemêrgê OHAL ya ku navê wê nehate danîn pêk tê û rageşiya pêk tê gel ji hev vediqetîne.

'EM DÊ BIBIN HEVKARÊN RÊVEBERIYAN'

Endama Lijneya Koordînasyona KCD'ê Ayla Akat jî bi kurmançkî girse silav kir û wiha got: "Gelo ji bo em ji Dêrsimê re bêjin Dêrsimê dê çiqas bedelan bidin?" Akat bal kişand ser geşedanên demên dawî û geşedanên Sûriyeyê wiha nirxandin: "Em nikarin pişta xwe bidin Sêriyeyê. Em li hemberî geşedanên li wir bêdeng namînin. Em destûrê nadin tu kes li ser navê me biaxive. Em dê têkoşîna xwe hêj bilindtir bikin. Kurdên Sûriyeyê Xwesertiya xwe ya Demokratîk înşa dikin. Pêvajoya li vir bibe mînaq pêk tînin. Li gel rejîma Esad. Li gel Erdoganê dehsa herêma tamponê dike. Em daxwaza xwe bi awayekî vekirî tînin ziman. Gelê Kurd bê statû naxwaze bijî. Em dê bibin hevkarên rêveberiyan." Akat bal kişand ser şewatên daristanan û anî ziman ku, ji bo şewatên daristanan yên rojavayê her tiştî serferber dikin lê ji bo şewatên herêmê dengê xwe dernaxin.

'DIVÊ HÛN BI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ RE AŞITIYÊ PÊK BÎNIN'

Akat diyar kir ku, divê hûn di serî de bi çiyayên Kurdistanê re aşitiyê pêk bînin û wiha axivî: "Ger hûn dê bi me re aşitiyê pêk bînin divê hûn di serî de bi çiyayên Kurdistanê re aşitiyê pêk bînin. Divê hûn bi Munzur, Dîcle û Firat re aşitiyê pêk bîn." Akat bilêv kir ku, polîtîkayên AKP'ê yên zilm, înkar û îmhayê berdewam dikin. Akat bal kişand li ser polîtîkayên tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê wiha pê de çû: "Ez li vir biboneya roja aşitiyê silavan li Birêz Ocalan dikim." Akat ji bo kampanyaya îmzaya ya ji aliye Înîsîyatîfa ji Ocalan re Azadî hatiye dest pê kirin bangawazî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hûn dibejin aşitî wê çaxê hûnê azadiya Ocalan ye ku gel jê re dibejê reberê min pêk bînin. Wekî din çenabê."

SEMSÛR

Li Semsurê jî bi heman sedemê rêxistinên sivîl yên civakî, partiyên siyasî û odeyên kar meş hate lidarxist. Sedan kesên li ber avahiya DSÎ kom bûn ji vir bi pankarta "Em aşitiyê dixwazin ka hûn?" vekirin û heta ber bi Parka Demokrasiyê meşiyan. Di meşê de sloganên "Pekûtî nikarin me bezar bikin" û "Bijî aşitî bimire koletî" hatin berzkirin. Girseyê bertek nîşanî polîsên anonsa "Li ser peyariyê bimeşin heke em dê mudaxeleyê bikin" da. Heta dawiya meşê polîsan girsê dorpêç kir. Girsê bertek nîşanê dorpêçkirina polîsan da.

Piştî meşa li Parqa Demokrasiyê dawî bû Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Semsûrê Osman Suzen daxuyanî da. Suzen diyar kir ku, hêjî aşitî nehatiye avakirin û wiha axivî: "Îro roja aşitiyeyê. Divê bi coş bê pîroz kirin, lê em di nav fikaran de pîroz dikin. Qetliyamên Roboskî û Dîlokê ya li dijî sivîlan nîşan dide ku şer û pevçûn digehejin kîj aste. Ev me texê nav fikaran. Sedema pevçûnan pirsgirêka kurde."

Piştî axaftinan Metropolîtê Dera Suryanî Melkî Urek axaftinek kur kir. Urek got bila aştî li hemû cîhanê bê avakirin û got bijî aştî. Piştî axaftinan, ji bo şer dawî bibe, girtî serbest bên berdan kevokên spî hatin firandin.