Derbarê Parlamentera BDP’ê de fezleke hate amade kirin

Derbarê Parlamentera BDP’ê de fezleke hate amade kirin

Derbarê Parlamentera Amedê ya BDP’ê Nursel Aydogan de bi hinceta ku tevlî merasîma cenazeya gerîlayekî bûye û axiviye, ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Meletiyê ve ji bo ku destnedana wê rabe fezleke amade kir û şandin TBMM’ê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê derbarê Parlamentera Amedê ya BDP’ê Nursel Aydogan de lêpirsîn da destpê kirin.

Serdozgeriya Komarê bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’, ‘Sûc û sûcdar parastiye’ fezleke amade kir û ji bo destnedana wê rabe fezleke şand TBMM’ê.