Li gelek bajar û navçeyan bi minasebeta salvegera komploya Navneteweyî 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, esnafan dikanên xwe venekirin. Li bajarên bi armanca şermezarkirinê meş û daxuyanî bên dayîn jî polîsan gelek tedbîr girtin.
ŞIRNEX: Esnafên Şirnexê bi minasebeta 14'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya ku di encama wê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Suriyeyê derket dikanên xwe venekirin. Li navenda bajar û heta taxan esnafan dikanên xwe venekirin. Li bajar tenê firin û dermanfiroş vekirîn e. Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê jî bi heman armancê meşekê dê li dar bixe. Polîs bi wesayîtên zirxî berî meşê anonsa "Tevlî meşê nebin, provokasyonê nekin, xwedî li zarokên xwe derbikevin, fermana Walî ye. Ev meş nayê kirin." kirin.
CIZÎR: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Ji bilî firin û dermanfiroşan li navçeyê hemû dikan girtî ne. Li navçeyê xwedekaran jî dibistan boykot kirin. Li navenda navçeyê polîsa bi panzeran digerin û tedbîran digirin. HEZEX: Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin û xwendekaran jî dibistan boykot kirin. Li navçeyê ciwanên rupoş bi fîşekên hewayî û molotofan êrîş li hemû dibistanên navçeyê kirin. Di heman demê de li ser Kolana Adîle Naşît barîkat avakirin û rê li trafîkê girtin. Hate zanîn ku saet di 16.00'an de dê li navçeyê eş bê li dar xistin.
MÊRDÎN: Li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Li her du navçeyan bêdengiyeke mezin heye. Li naçveya polîsan li ber saziyên dewletê û banqeyan tedbîrên ewlehî girtin.
AMED: Li navçeyên Rezan û Surê yên Amedê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Li bajar tedbîrên ewlehiyê zêde bûn. Li navçeyên Bîsmîl, Henê û Lîceyê jî esnafan dikanên xwe venekirin û xwendekaran dibistan boykot kirin. Li navçeya Erxaniyê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin.
ÇUKUROVA: Li taxên Şakîrpaşa, Daglioglu, Gulbahçe, Huriyet, Denîzlî, Mîthatpaşa, Îsmetpaşa, Anadolu, Barbaros, Ova û 19 Mayîs ên Edeneyê û taxên Yenîpazar, Şevket Sumer, Guney, Yenîhal, Çay, Çîlek û Demîrtaş ên Mêrsînê jî esnafan bi heman armancê dikanên xwe venekirin.