Demîrtaş: Li kû zirav be bila di wir de biqete

Demîrtaş: Li kû zirav be bila di wir de biqete

Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak îro li serokatiya bajêr a BDP’ya Amedê civînek çapemeniyê li dar xistin. Demîrtaş bang li Erdogan kir û got; “Li kû zirav be bila di wir re qut bibe. Tehdîtkirina me, heqaretkirina li me aşitiyê nayne, çareseriyê jî nayne. Ew bi xwe dizane.” Kişanak jî got; “Derewan neke, durist be, bi namûs be. Tu dê bi van derewan di nava xwînê de bixeniqî.”

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di axaftina duh di koma berfirehkirî ya koma serokên partiya xwe de kir de BDP’yiyan bi “terorîstiyê” tawanbar kiribû û diyar kiribû ku ew ê mafê wan ê destnedanê rabikin. Hevserokên BDP’ê nerazîbûnek tund nîşanî Erdogan dan.

Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş li Amedê civînek çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de piraniya çapemeniya Kurd û Tirk amade bûn. Demîrtaş da zanîn ku wana nexşerêya xwe ya çareseriyê ji Serokwezîr Erdogan re şandine û got; “Me xwestiye ku em ji bo rawestandina xwînê înîsiyatîfê bigirin, me ji Serokwezîr re ragihandiye ku em amade ne ji bo vê yekê bi AKP’ê re rûnin.”

Demîrtaş destnîşan kir ku bi vî awayî Serokwezîr vê pêşniyara me red kiriye û got; “Berpirsê tiştên ku biqewimin Serokwezîr e. Ji ber ku li welêt kontrola xwe wenda kiriye, di axaftina xwe de jî kontrol wenda kiriye. Nerehetiya wî ya psîkolojîk heye. Bedela wê çi be jî me rastî gotiye. Me negot dê bedela wê mezin be û em ji gefên AKP’ê netirsiyan. Roleke navneteweyî dane vî serokwezîr î. Ew jî sorkirina Kurdan û destjêberdana xweseriya demokratîk e.”

HÛN NIKARIN JI ME RE BÊJIN TERORÎST

Demîrtaş da zanîn ku Erdoganê ku wana bi terorîstiyê sucdar dike, Serokdewletê Sûdanê yê ku Interpol lê digere diparêze û çek û pere ji muxalîfên Sûriyeyê re dişîne û got; "Em ne neçar in ji kesên hûn dibêjin terorîst re bêjin terorîst. Ger Serokwezîrê û teyfeya wî di vê mijarê de bi israr tevbigerin, sor bikin, vê nûqteya xeter ya ji bo Tirkiyeyê naxwazin bibînin, ew êdî bi xwe dizanin. Yên ku we weke terorîst xistin Sîlîvriyê îro dewletê bi rê ve dibin. Li gorî we ew jî terorîst in. We niha wan jî terorîst îlan kir. Hûn nikarin ji me re bêjin terorîst.”

Demîrtaş destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan her tim gef li wan dixwe û heqaretê li wan dike û got; “Li kû zirav bû dê li wir biqete. Tehdîtkirina me, heqaretkirina li me aşitiyê nayne, çareseriyê jî nayne. Ew bi xwe dizane

'HESAB DÊ BÊ PIRSÎN'

Demîrtaş diyar kir ku dê ji Erdogan hesabê çekdayîna muxalîfên Sûriyeyê û qetilkirina 34 kesên li Roboskiyê bê pirsîn û got; “Hûn nebêjin qey ew tiştên qirêj ên ku hûn li Sûriyeyê dikin rojek aşkere nabin. Nebêjin qey hesab nayê pirsîn. Hîna jî xwîna 34 kesan bi destê we ve ye. Ma hûn dibêjin bi ser vê mijarê hatiye girtin? Çima dengê wer ewqas zir e? Hûn nikarin hesabê ji kesî bipirsin, hûn nikarin tu kesî bi namerdiyê tawanbar bikin. Ger ji te re bêjim namerd, dê dilê namerdan bimîne. Karê te ne destnîşankirina rêya Qendîlê ye. Tu çareseriyê biafirîne, yên dixwazin rêya çiyê dizanin. Yên diçin jiwe diçin. Tu dizanî. Karê te ne rêzantiya (kûriyetî) PKK’ê ye."

KIŞANAK: ERDOGAN BIRYARA ŞER DA

Hevseroka Giştî BDP’ê Gultan Kişanak jî axivî û diyar kir ku Erdogan biryara şer daye. Kişanak diyr kir ku Erdogan li hemberî wan kîndariyê dike û derewan dike. Kişanak wiha axivî; “Derewan neke, durist be, bi namûs be. Tu dê bi van derewan di nava xwînê de bixeniqî. Min li Şemizînanê dijminek hembêz nekir. Min silav da kesek ku ji bo çareseriyê mirin daye ber çavê xwe û çûye çiyê. Ew ne dijminên min in. Ger 30 hezar ciwanên Kurd miribin, wê çaxê pirsgirêkek exlaqî heye. Dîmen di destê min de hene. Gava me dest da destê hev, me gotin ‘hêvîdar im ku dê ev pirsgirêk çareser bibe’. Bila wan dîmenan hemû biweşînin. Daxistina wan ji wir û xistina nava jiyana civakî erkê her mirovekiye.”

Kişanak da diyarkirin ku, di 12’ê Îlonê de bi îşkenceyê hewildan ew bêjin ‘Tirk im’, niha jî Serokwezîr hewil dide bide gotin ku, ‘pirsgirêka Kurd pirsgirêka terorê ye’ û wiha got: “Ez nabêjim, em dê stoyê xwe li ber gefan ne tewînin. Em ji bo di vê rê de bedelan bidin ketin rê. Bila ti kes nefikire ku em dê paş ve gavan bi avêjin. Bila Serokwezîr hedê xwe bizane. Eger xwîn dê biraweste, bila me bi avêje girtîgehê.”