Rêxistina BDP'ê ya Wanê 3'emîn Kongreya xwe ya awarte li Salona Dawetê ya Dîren pêk anî. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, beşdarî kongreyê bû û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê di bûyerên Sûriyeyê de 4,5 milyar dolar pere mezaxt.
Rêxistina BDP'ê ya Wanê 3'emîn Kongreya xwe ya awarte li Salona Dawetê ya Dîren pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçer, şaredarên BDP'yî yên herêmê, endamên Meclîsa Giştî yên Wanê nûnerên saziyên sivîl yên civakî û gelek welatî amade bûn. Li salona kongreyê pankarta "Destkeftiyên gelê me yê Rojava destkeftiyên me ne, em berxwedana gelê xwe yê Rojava silav dikin", "Bila operasyonên siyasî û leşkerî rawestin. Muzakere dest pê bikin." hatin vekirin. Li salonê dîsa wêneyên Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û Serokê BDP'a Berê Cuneyt Caniş hatin vekirin.
Kongreyê ji ber kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bi rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka BDP'ê ya Wanê Mihriban Şah û Cîgirê Şaredarê Wanê Sabrî Abî piştî rêzgirtinê axavîn. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî axaftin kir û wiha got: "Erdogan dibêje pirsgirêka Kurd tune ye. Dema dibêjin pirsgirêka Kurd heye, wekî ku Kurd pirsgirêkin tê dîtin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Erdogan û AKP'ê heye."
'DEMA WAN ZIVISTANÊ QEŞA GIRT, AKP'Ê LI HATAYÊ BAJARÊ KONTEYNIRAN AVA KIR'
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş jî bal kişand ser sozên AKP'ê û erdheja Wanê û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê alîkarî neda gelê Wanê. Hikûmeta AKP'ê ji bo muxalîfên Sûriyeyê li Hatay û Dîlokê konteynirên prefabrîka ava kir. Lê niha gelek konteynir vala ne. Dema gelê Wanê piştî erdhejê di bin çadiran de ji serma qeşa digirtin, li Kilis, Hatay û Osmaniyê bajarên konteyniran ava kirin. Dixwazin penaberan li wir bi cih bikin. Dixwazin hêjmara penaberan 50 hezarî derbaz bike û bigêje 100 hezaran û pişt re vê yekê bike hincet û mudaxeleyî Sûriyeyê bike. 18 hezar mirov bi zorê li bajarên konteyniran bi cih kirin û pereyên wan nedan wan. Raste li Sûriyeyê ji aliyê rejîma Baas ve zor û kuştin hebû. Lê hikûmeta AKP'ê ji bilî armanca xizmeta civakî, bêhtir li ser berjewendiyên siyasî nêzî penaberan bû.
'NAVÊ VÊ FAŞÎZMA NIJADPERESTE’
Demîrtaş anî ziman ku, dema li Sûriyeyê qrîza navîn pêk dihat li Tirkiyeyê 2.5 milyar dolar pere hate mezaxtin. Demirtaş destnîşan kir ku, li Çukurova, Hatay û Edeneyê pereyên veşartî hene û di bin destan de bi awayekî veşarî pere dan Artêşa Azadiya Sûriyeyê. Bi tevahî 4,5 milyar dolar li Sûriyeyê mezaxtin. Demîrtaş girtina şaredaran jî rexne kir û helwesta AKP'e şermezar kir.
Pişti axaftinan bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajar Yakup Ataş hate hilbijartin. Ji bo rêveberiyê jî Fesih Sonmez, Serkan Aslan, Omer Ertaş, Firat Coşkun, Îbrahim Alkan, Naîf Ograş, Arîf Acar, Sidik Abî, Mugdat Mirekoðlu, Ferit Aydin, Ruknettin Hakan, Fevziye Şîran, Leyla Işik, Herdem Acar hatin hilbijartin.