Demîrtaş: 400 kîlometre di bin kontrola gerîlayan de ne

Demîrtaş: 400 kîlometre di bin kontrola gerîlayan de ne

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş îro li Amedê pêşketinên di rojevê de nirxand û bal kişand ser serweriya gerîlayan a ku 40 roj in li Colemêrgê berdewam dike û diyar kir ku di navbera Çelê û Şemizînan de 300-400 km di bin kontrola gerîlayan de ye. Demîrtaş teksta mutabeqeyê ya ji aliyê Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek ve hat weşandin jî nirxand û got; “Pir xeter e.”

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş rexne û nerazîbûnên tund nîşanî “teskta mutebeqeya neteweyî” ya ji aliyê Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek ve hat amadekirin da.

MUTEBAQEYA ÇÎÇEK DÊ TIRKIYEYÊ LI DU KAMPAN DABEŞ BIKE

Demîrtaş got; “Ger Serokê Meclîsê vê mutebeqeyê ji bo îmzekirinê bîne rojevê, dê tiştek pir xeter bike. Dê b awayê yên “îmzekirine,” û “yên îmze nekirine” saziyên sivîll, partiyên siyasî û Tirkiye li du kampan dabeş bibe. Demîrtaş destnîşan kir ku ev metna hatiye amadekirin, metna polîtîkayên AKP’ê hey û dixwazin bi vê yekê AKP’ya ku di polîtîkayên derve û hundir de asê maye rizgar bikin. Demîrataş got; “AKP ketiye çalekê, dixwaze xwe bi destê Serokê Meclîsê rizgar bike. Ev metn di çarçoveya konsepta ewlekariyê de hatiye amadekirin. BDP bi tu awayî destekê nade hewldanên bi vî rengî”

MAFÊ ME YÊ DESTNEDANÊ BI FIÎLÎ RABÛYE

Demîrtaş,der barê gotûbêjên rakirina destnedana parlementerên BDP’ê ya ku piştî heyeta BDP’ê ya ku Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di nav de bû, li rastî nûqteya kontrolêya gerîlayan hat, de got; “Rakirin û ranekirina mafê me yê destnedanê di destê meclîsê de ye.” Demîratş destnîşan kir ku mafê wan ê destnedanê ji xwe bi fiîlî rabûye û got; “Dozên li hemberî me berdewam dikin. Tu polîsên ku polîs, dozger û darazê dest nedane wan nemane. Ger çareke din dixwazin Tirkiyeyê bixin nava krîzek kûr a siyasî, hesabek wan ê wiha hebe,ew bi xwe dizanin. Me rakirina destnedana çend wekîlan ji bo dahatûya Tirkiyeyê rast nabînin. Tirsa me tune ku destnedana me rabe an jî ranebe. Ger destnedana hemû wekîlan rabe, em ê piştgirî bidin vê yekê."

Demîrtaş şêwirmendên Erdogan bi meyzandina falan, rexne kir û got; “Bila hinek li derdora xwe binêrin” û bang li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî kir. Demîrtaş xwest daxuyaniyên ku vê rageşiya heye aram bikin bidin û bêdengiya Parlementera Amedê Leyla Zana ya piştî hevdîtina bi Erdogan re jî nirxand.

400 KM DI BIN KONTROLA GERÎLAYAN DE NE

Demîrtaş got; “Me, Leyla xanimê nedaye axaftin û ne jî daye bêdengkirin, ev helwesta wê ya şexsî ye”. Demîrtaş bal kişand ser merasima cenazeyên kesên li Dîlokê jiyana xweji dest dan û diyar kir ku ev yek ne tiştek ji dil e û got; “Kesên di wê tabloyê de cih girtin, xwe bi bêçareseriyê xwedî dikin.”

Hevserok Demîrtaş bal kişand ser rewşa Şemizînanê û diyar kir ku zêdetirê 40 rojan e herêm di bin kontrola gerîlayan de ye û diyar kir ku di navbera Çelê û Şemizînan de 300-400 km di bin kontrola gerîlayan de ye.

Demîrtaş bal kişand ku leşker nikarin li bejahiyê operasyon li dar bixin û got; “Artêş tenê ji hewayê ve desteka locîstîkê ji qereqolan re dibin. Herêmên bejahî ji aliyê gerîlayan ve hatine bidestxistin. Ji bo veşartina vê yekê daxuyaniyên munaplatîf tên dayîn. Waliyê Colemêrgê got ‘Operasyon qediya’ . Artêş operasyon li dar nexist û biqede. Rewş ne wisa ye.” Demîrtaş diyar kir ku bi şerê 40 roj in li Şemizînanê hat nîşandan ku PKK bi rêbazên leşkerî naqede û got; “Encama derket holê ev e. Pirsgirêka Kurd bi tank ûtopban çareser nabe. Ger PKK di warê leşkerî de tune bibe jî pirsgirêka Kurd ji holê ranabe. Ger em bi hev re muzakereyan bînin rojeva xwe, em bi hev re tê li ber kuştinan bigirin. Em weke BDP’ê amade ne ku bi awayeke xurtir piştgirî bidin vê yekê. Ger pêvajoyeke wiha çêbibe, BDP dê bi hukûmetê re hevdîtin pêk bîne û piştgirî bide.”

TIRKIYE BI QASÎ KURDAN WENDA BIKE, ROJHILATA NAVÎN JÎ WENDA DIKE

Demîrtaş di nirxandinên xwe de bal kişand ser şerê li Sûriyeyê û diyar kir ku ji roja krîza li Sûriyeyê dest pê kir û heta îro, derdê Tirkiyeyê tenê azadiya Kurdan û bidestxistina mafên wan e û got; “Tirkiye bi qasî Kurdan wenda bike, Rojhilata Navîn jî wenda dike. Tirkiyeya ku Kurdan nede aliyê xwe û desteka Kurdan wernegire, dê di polîtîkayên derve de jî wenda bike. Ev yek ji dîrokê ve wiha ye. Ev realîte ye. Rastiyek e. Ji ber vê jî ger dixwazin gelê Kurd û Tirk di dahatûyê de bi hev re bijîn, divê hukûmeta AKP’ê dest polîtîkayên dijmintiya Kurdan berde. Divê xwe ji fobiya Kurd rizgar bikin.”