Dê li Amedê Konferansa Îslamî ya Kurdistanê bê li darxistin

Dê li Amedê Konferansa Îslamî ya Kurdistanê bê li darxistin

1’mîn Konferansa Îslamî ya Kurdistanê dê di navbera dîrokên 8-9’ê Îlonê de li Amedê bê li darxistin. Parlamenterê BDP'ê yê Amdê Altan Tan diyar kir ku, dê di 1'emîn Konferansa Îslamê ya Kurdistanê de li ser 4 mijaran rawestin, li Tirkiyeyê û li herêmê 150 kesên beşdarî konferansê bibin. Tan da zanîn ku, nîqaşên bên kirin dê bê pêşdarêz bin. Komîteya Baweriyê ya KCD'ê ji bo 1'emîn Konferansa Îslamê ya Kurdistanê ku dê di 8-9'ê îlonê de li Navenda Çanda Ciwanan ya Cegerxwîn pêk bê li avahiya xwe ya navendî civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de perlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Serokê DÎAYDER'ê Zahît Çîftkuran û Şêx Muhammed Seyrî Can tevlê bû.

Tan derbarê civînê de agahî da û got: "Ev konferans dê bêpêşdarêz pêk bê. Ev konferans dê du rojan bidome di vê konferansê de Cemal Usak, Alî Bulaç, Mehmet Bekaroglu, Osman Tunç, Mufît Yuksel û Suleyman Çevîk jî dê beşdar bin." Tan diyar kir ku Muftiyê Amedê hatiye dewetkirin, lê heta niha derbarê hatina xwe de tu agahî nedaye. Tan destnîşan kir ku, dê konferans roja şemiyê di demjimêr 10.00'an de destpêke û dê li ser 4 mijaran nîqaş bên kirin. Tan mijarên ku wê bên niqaşkirin wiha rêz kir:

"Di Îslamê de têkiliya siyasetê, dewlet û desthilatdariyê çiye? Çawa ye? Çawa çê bûye? Wê çawa be?", "Di Îslamê de têgeha ummetiyê çiye? Li gorî Îslamê nîjadperstî çiye?", "Di Îslamê de maf û azadî, çi ye? Mezhebên dîni, qewmên çînî û ev azadî di aştiya civakî de cihê wê çiye? Wê çawa bi hevre bîjîn? Wê qadeke bi hevrejiyanê çawa bê avakirin?" û "Li gorî Îslamê divê mirov çawa bêzîkî pirsgirêka kurd bibe? Divê li gorî hiqûqa Îslamê û çareseriya wê divê pêşniyarên çawa bên kirin."

Altan Tan destnîşan kir ku, dê li Tirkiyeyê û li herêmê qasî 150 mirovên oldar beşdarî konferansê bibin û ev tişt anî ziman: "Di cîhana îslamê de, pirsgirêkê mezhebî û çînî yên kûr hene. Li Rorhilata Navîn pirsgirêka herî di navendê disekine pirsgirêka Kurde û hin gelên ku bi hin zimanên cuda diaxivin jî hene. Ev gel wê çawa bi hevre bijîn. Gelê li ser vê erdingariyê bi hemû hêlê xwe ve di nava birçîbûnê de dijî. Gelo îslam bi çi çavî li van pirsgirêkên çînî û gelan dinhêre."

‘GOTINEK FAŞÎST Û ÎTTÎATÎ YA ENWER PAŞA KETIYE DEVÊ ERDOGAN’

Tan ferseta Erdogan ya îslamî jî rexne kir û ev tişt got: "Serokwezîr Komarê gotineke faşîst, îttîatçî ya Enwer Paşa ketiye devê wî. Ev îslama tirkperez yan jî berovajiyê wê, gelo îslama ku em dizanin ew e? Ferseta wî ya îslamê gelo her dem dibê 'Kurd ji derveyê îslamê ne' û polîtîkaya wî ya li Sûriyeyê, Iraq, Îran û Misirê dê bi vê ferseta Îslamê çareser bike."

Tan axaftina Serowezîr Erdogan ya derbarê parlamenterên BDP'ê de 'Bila biçin Qandilê' jî nirxand û ev tişt anî ziman: "Ev axafinên dawî yên ku anîne rojevê dibê qey nû ne, divê ev mirov aqlê xwe bêxin serê xwe. Di nava wan de gelek mirovên bê aqil hene. Bila li pey şovê nemeşin."