Dayîkên leşkeran ji Demîrtaş alîkarî xwestin

Dayîkên leşkeran ji Demîrtaş alîkarî xwestin

Malbatên leşkerên di 6'ê Tebaxê de ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hatin dîlgirtin Hadî Gîzlî û Ramazan Başaran, alîkarî ji Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş xwestin. Demîrtaş hikûmet û dewlet bi durûtiyê tawanbar kir û anî ziman ku leşker piştî di şer de tên kuştin hêj nû bi qîmet dibin. Demîrtaş da zanîn ku, ji bo hikûmet û dewletê qîmeta zindiyan tune.

Malbatên leşker Ramazan Bajaran û Hadî Gîzlî yên ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve di 6'ê Tebaxê de hate ragirtin, alîkarî ji Hesserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş xwestin. Dayîka leşker Hadi Gizlî Şiha Gîzlî xwest pirsirêk çareser bibe.

Leşkerên bi navê Ramazan Başaran, Hadî Gîzlî û Reşat Çeçan 6'ê texaxê de li ser riya bejahî ya Amed-Çewlîk ya nêzîkê Qereqola Xembazê ya Cendirmeyan ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hatin ragirtin. Malbata 2 leşkerên hatin desteserkirin ji bo piştgiriye serî li Şaxên ÎHD û MAZLUMDER'ên Amed û Rihayê dabûn. Malbatan îro jî serî li Rêxistina BDP'ê ya Dîlokê da. Malbatan alîkarî ji Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş alîkarî xwest.

Dayika Gîzlî Şiha (45) û birayê wî Îbrahîm Gîzlî, Dayîka Başaran Besê (55) û bavê wî Osman Başaran (60) û xizmên wan hatin BDP'a Amedê û alîkarî xwestin. Piştî malbatan serî li BDP'ê dan, BDP'ê civîn pêk anîn. Divînê de Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut û malbatên leşkeran amade bûn. Îbrahîm Gîzlî, anî ziman ku dewlet bi birayê wî eleweder nabin û wiha got: "Em ji ber vê mijarê xemgîn û perîşanin.

'HERKES DIXWAZE KOKA PKK'Ê BIKOLE!'

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş anî ziman ku, 19 rojin 3 leşker hatine binçavkirin û niha tu rayedarên dewletê tu daxuyanî û gav neavêtine. Demîrtaş anî ziman ku, wekî BDP'ê hemû hewldan û daxuyaniyên wan ji bo aştiyê ne. saziyên siyasetê avên aştiyê navêjin û wiha got: "Ji ber ku saziyên siyasetê rola xwe nalîzin şer didome. Yekemîn berpirsiyarê vê yekê siyasetmedar û hikûmet e. Ji ber ku dixwazin li dervê parlementoyê pirsgirêkê çareser bikin û rê li pêş siyaseta demokratîk digirin şer didome. Tu kes ji bo aştiya mayinde gavan navêjin. Her kes behsa kolandina koka PKK'ê diki. Lê kes liser çareseriyê û aştiyê tiştekî nabêjin."

Demîrtaş da zanîn ku, encama şer heman êşê bi her kesî dide jiyandin û wiha got: "Di vî şerî de dayîkên kurd û dayîkên tirk heman êşê dikişînin. Bi zorê zarokan dikin leşker. Divê hûn qîmet bidin leşkeran. lê piştî leşker tên kuştin û şûnde qîmet didin wan. Mixabin dewlet û hikûmet qîmet nade leşkeran. Piştî di şer de tên kuştin qîmet dide wan. Ji ber ku qîmeta zindiyan li cem dewlet û hikûmetêtune ye."

'WALIYÊN BDP'Î ŞEV Û ROJ ŞOPANDIN ÇIMA AGAHÎ NEDAN MALBATAN?'

Demîrtaş Serokwezîr û rayedarên AKP'ê ji ber polîtîkayên li dijî Îsraîlê rexnekirin û helwesat wan ya li jî leşker, polîs û qeymeqamên hatin girtin jî rexne kir. Demîrtaş, anî ziman ku hemû dayîk û bavên zarokên wan li leşkeriyê destê wan li ser dilê wan e. Demîrtaş, da zanîn ku ew weke BDP ya ji destê wan bê dê bikin û wiha got: "Walî şev û roj bernameyên BDP'ê qedexe dikin. BDP'iyan dişopînin. Şev roj polîsan didin pey BDP'iyan. Lê li bajarê wan leşkera hatin girtin tu agahiyan nadin malbatan. Gelo tiştekî wisa dibe? Gelo durûtiyekî ewqas dibe? Dewletek û hikûmetek polîtîkayên ewqas dûrî dibe. Divê êdî hemû kes van durtiyan bibîne."

'JI BO BERJEWENDIYÊN DESTHILATDARAN CIWAN DIMIRIN'

Demîrtaş anî ziman kux dayîkên zarokên wan di girtîgeh û serê çiyan şev û roj aştiyê diqêrin û divê dayîkên leşkeran jî vê yekê bikin. Demîrtaş da zanîn kux ji bo xwîn bê rawestandin peywirekî gelek mezin dikeve ser milê dayîkan û wiha axivî: "Zarokên xwe mezin dikin lê mixabin ji berjevendiyên desthilatdaran re jiyana xwe ji dest didin. Em vê yekê qebul nakin. Em teqez ji tu mirinan re keyfxweşiyê najîn. Em ji tu pevçûnan re keyfxweşiyê najîn."

'DI KOMKUJIYA DÎLOKÊ DE PIRSÊN GELEK CIDÎ HENE'

Demîrtaş têkildarî teqîna Dîlokê de jî pirsên rojnamegeran bersivandin û wiha got: "Em têkildarî teqîna Dîlokê de helwesta xwe danî holê. Niha peywira hikûmetê ew e ku kiryaran derbixe holê. Ji wê rojê heta niha PKK'ê du caran daxuyanî da. Hem bûyer şermezar kirin û hem jî diyar kirin ku tu eleqeya wan bi vê yekê tuneye. Heta niha tu rayedarên dewletê bi awayekî zelal negotiye bûyer ji aliyê kê ve hat lidarxistin. Hêj di bûyerê de pirsên gelek cidî hene. Walîtî û rayedar jî vê yekê dibêjin. Têkiliya wê ya derve çiye? Rola rêxistinên îstîxbaratê di vê yekê de çiye? Divê ev hemû derbikevin holê. Em partiyekî helwesat xwe li gorî kesên êrîş pêk anîn biguherîn nînin."

Pişt re dayîka leşkerê bi navê Ramazan Başaran Bese Başaran (55) bi kurdî û dayîka leşkerê bi navê Hadî Gîzlî Şîha Taşdîbî (45) bi erebî ji dewletê xwestin operasyonan rawestînin û bang li PKK'ê jî kirin ku zarokên wan serbest ber din.