Ji bo rakirina mafê destnedanê yê Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan ku ji ber axaftinekê ji sucê “propagandaya rêxistinê” bi daxwaza 5 sal cezayê girtîgehê tê darizandin, nivîs ji Wezareta Dadê re hate şandin.
Ji ber axaftinek a di dema propagandayên hilbijartinê yên 12’ê Hezîrana 2012 Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan, bi daxwaza 5 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Rûniştina doza Tan li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Tan beşdarî rûniştinê nebû, parêzerê wî Raûf Çîçek amade bû.
Parêzer Çîçek da zanîn ku miwekîlê wî weke parlementer hatiye hilbijartin û mafê wî yê destnedanê heye û xwest ev darizandin were rawesantin.
Piştî navberek kurt dan rûniştina dozê, dîwana dadgehê biryar da ku bi hinceta Tan li hemberî qanûna 2091 rabûye, biryar da ku ji bo rakirina mafê destnedanê yê Altan Tan nivîs ji Wezareta Dadê re bişîne.