64'emîn rûniştina doza KCK'ê ya sereke ya Amedê ku 110 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin, li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê didome. Di rûniştina îro de delîlên der barê Şêwirmendê Serokê GABB'ê û Endamê Şaxa Tum Bel-Sen'êya Amedê Ahmet Zîrek hate xwendin. Hate îdiakirin ku Zîrek bi rêya telefonê bûye sedema ku Mehmet Taş bireve. Zîrek, bi tevlêbûna daxuyaniya Ozgur Gundem, salvegera komkujiya Helepçe, vekirina Mala Perwerdehiya Jinan ya Ceren hate sûcdarkirin.
64'emîn rûniştina 110 girtî 175 siyasetmedarên Kurd ên ku di navde parlementer, şaredar, parêzer, parazvanên mafên mirovan jî hene li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê didome. Di rûniştina îro de delîlên derbarê Şêwirmendê Serokê GABB'ê û Endamê Şaxa Tum Bel-Sen'ê ya Amedê Ahmet Zîrek ku ji malê û derve kom kiribûn ji aliyê dozger ve hate xwendin.
Dema Zîrek xwest parastina Kurdî bike, dîsa parastina kurdî hate qedexekirin. Hate îdiakirin ku, Zîrek bi rêya telefonê bûye sedema ku Mehmet Taş bireve. Zîrek bi tevlêbûna daxuyaniya Ozgur Gundem, salvegera komkujiya Helepçe, vekirina Mala Perwerdehiya Jinan ya Ceren hate sûcdarkirin. Dozger dîsa îdîa kir ku, Zîrek tevlî çalakiyên li dijî tundiya fîzîkî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye.
Dozger îdîa kir ku, Zirek di akademiya siyasetê û komîsyonên xebatê de cih girtiye û raporên ku amade kirine ji kesên asta jor yên li Başûrê Kurdistanê re ragihandine.
WERGERA KURDÎ ŞAŞ HATIYE KIRIN
Parêzerê Zîrek Sebahattin Korkmaz diya kir ku, ji ber wergera bi kurdî şaş hatiye kirin îdîaname jî şaş hatiye amadekirin û diyar kir ku îdîa tev şaşin.
NE DTP'Ê DEWLETÊ GABB DI SALA 1991'AN DE AVA KIR
Prz Sebahattin Korkmaz destnîşan kir ku, muwekilê wî ji ber Kurde tê darizandin û 22 salin di şaredariyê de dixebite û wiha got: Di îdîanameyê de wekî ku DTP'ê GABB ava kiribe xuya dike. Lê ne DTP'ê dewletê GABB di sala 1991'an de ava kiriye.
Piştî xwendina delîlan navber dan rûniştina dozê.