Mîtînga Cizîrê ya "Em meşa we ya Azadiyê silav dikin", li gel hemû mudaxaleyên polîsan ên bi maşîneyên zirxî û çekan dîsa bi beşdariya hezaran pêk hat. Di mîtînga ku gelek caran girseyê bi polîsan re şer kir, li gel hemû mudaxaleyên hişt girseyê qada mîtîngê terk nekir û mîtîng pêk anî.
Li gel mudaxaleya polîsan bi hezaran welatî tev li mîtînga Cizîrê ya "Em meşa we ya Azadiyê silav dikin" bûn. Lê piştî girseyê polîs derxistin dervê qada mîtîngê polîsan vê carê bi çekan mudaxaleyî girseyê kir. Şerê di navbera girseyê û polîsan de li nava kolanan deta mîtîng bi dawî bû berdewam kir. Li Cizîr, Şirnex û Hezexê beriya mîtînga Cizîrê ya "Em meşa we ya Azadiyê silav dikin", welatî neçûn ser kar û piştî nîvro berê xwe dan Cizîrê. Girseya ku li Cizîrê kom bû rastî mudaxaleya polîsan hat.
Bi hezaran kesên li qadan û navçeyên din kom bûn berê xwe dan Cizîrê. Girseya li Cizîrê kom bû rastî mudaxaleya polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxale kir û gersê jî bi keviran bersîv da polîsan. Girseyê bi keviran bersîv da û polîs derxistin dervê qada mîtîngê. Piştî girseyê polîs derxistin dervê qadê, polîsan cara duyemîn bi çekan û guleyên rastî û 7 maşîneyên zirxî mudaxaleyî girseyê kirin. Polisan zêde bombeyên gazê bikar anî û her der bû ewrên gazê û qada şer. Girseyê jî bi fîşekên hewayî, bombeyên deng û keviran bersîv da polîsan. Girseyê destûr neda polîs têkeve qada mîtîngê û şer heta dawiya mîtîngê berdewam kir.
Di mîtînga ku bi hezaran kes beşdar bû de Endamê Lijneya Kordinasyona KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Bêdlîsê Husamettin Zenderlîoglu û rêveberên BDP'ê amade bûn. Dema Zenderlîoglu, ket qada mitîngê bi hezaran kesan dirûşmeya "Biji Serok Apo" berz kir. Li qada mîtînga ku li Qada Nûrê pêk hat de bê navber dirûşmeyên "Ocalan" hatin berzkirin.
Piştî girse carekê rastî mudaxaleyê hatin hêjmar 2 qat zêde bû bi hezaran kesên qetin qata mîtîngê. Piştî girseya 5 caran rastî mudaxaleya polîsan hatin heta ku gihiştin qadê hêjmar gihişt 10 hezaran. Girseyê li Qada mîtîngê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK'ê û PKK'ê rakirin.
Girseyê li qada mîtînge komkujiya Roboskiyê ji bîr nekir û wêneyên 34 kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabûn rakirin. Girse piştî li qada mîtîngê kom bû, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin.
Parlementerê BDP'ê Zenderlîoglu, bal kişand ser girîngî û wateya pêvajoyê û anî ziman ku gelê kurd êdî ber bi azadî û aştiyê ve diçe. Zenderlîoglu, da zanîn ku gele kurd bi biryar û bawerî ber bi azadî û sereftinê ve diçe û sereftina gelê kurd nêzîktir e û wiha god: "Di destê me de demokrasî û aştî heye. Em bang li Erdogan dikin û dibêjin tiştê ku tu dike ne demokrasî û ne azadî ye înkar û netehamulî ye." Dema girseyê bê navber dirûşmeya "Ocalan Ocalan" berz kir, Zenderlîoglu, got "Ez wî navê xweş bi sedan car bi hezaran car silav dikim. Em tecrida li ser Birêz Ocalan şermezar dikin. Dixwazin vîna gelê kurt tecrîd bikin. Lê bila her kes zanibin ku gelê kurd bê girtin, bê kuştin û rasti îşkenceyan bê jî dê dîsa li vîna xwe xwedî derkeve.
Zenderlîoglu, helwesta polîtikayên hikûmeta AKP'ê şermezar kir û xwest dest ji helwesta şer û aloziyê berde. Zenderlioglu, helwesta polîsan jî şermezar kir û xwest êdî dawî li vê helwestê bînin. Piştî axafttinan bi hezaran kesan dîsa dest bi meşê kir û bi polîsan re ketin nava pevçûnê. Li hemû kolanên taxa Nûrê û taxên din pevçûnê dest pê kir. Bi sedan bombeyên deng û fîşekên hewaşî hatin avêtin. Li navçeya ku vegeriya qada şer li hin cihan pevçûn berdewam dike.