Li gel êrîşa polîsan bi hezaran kes beşdarî mîtînga Cizîrê ya "Em meşa we ya Azadiyê silav dikin" bûn. Lê piştî girsê polîs derxistin derveyê qada mîtîngê polîsan vê carê bi çekan êrîşê girseyê kir. Şerê di navbera girseyê û polîsan de li nava kolanan didome.
Li Cizîr, Şirnex û Hezexê beriya mîtînga Cizîrê ya "Em meşa we ya Azadiyê silav dikin", welatî neçûn ser kar û piştî nîvro berê xwe dan Cizîrê. Girseya ku li Cizîrê kom bû rastî êrîşa polîsan hat. Bi hezaran kesên li qadan û navçeyên din kom bûn berê xwe dan Cizîrê.
Girseya li Cizîrê kom bû rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxale kir û gersê jî bi keviran bersîv da polîsan. Girseyê bi keviran bersîv da û polîs derxistin derveyê qada mîtîngê. Piştî girsê polîs derxistin dervê qadê, polîsan cara duyemîn bi çekan û guleyên rastî û 7 maşîneyên zirxî êrîşê girseyê kirin. Polisan zêde bombeyên gazê bikar anî û her der bû ewrên gazê û qada şer. Girseyê jî bi fîşekên hewayî, bombeyên deng û keviran bersîv da polîsan.
Girseyê destûr neda polîs têkeve qada mîtîngê û şerê di nava polîs û girsê de berdewam dike. Li hemû kolanên cizîrê pevçûna di nava polîs û girsê de didome. Her der bû qada şer.