Ciwanên Şoreşger ji bo Ocalan meşên dirêj li dar dixin

Ciwanên Şoreşger ji bo Ocalan meşên dirêj li dar dixin

Ciwanên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêzeçalakiyên ku dê 10 rojan dom dikin didin destpêkirin. Di çalakiyan de meşên dirêj ên ku dê 4 rojan dom bikin têne lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di navbera 10 û 19’ê Cotmehê bi slogana “Me bi Rêber Apo destpê kir, em ê bi Rêber Apo biser bikevin” rêzeçalakiyan lidar dixe. Çalakiyên ciwanan di 10’ê Cotmehê de li Efrînê destpê dikin û li Kobanê, Dêrik û Dirbêsiyê dom dikin. Di çarçoveya çalakiyan de, dê meşên dirêj bêne lidarxistin û daxuyanî bêne dayîn. Her wiha ciwan tê bi komî tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibin.

Bernameya rêzeçalakiyên Ciwanên Şoreşger wiha ye:

EFRÎN

Çalakiya meşa dirêj a li Efrînê di 10’ê cotmehê de li saet di 08.00’an de li ser gora Şehîd Çekdar a li gundê Qazikli dest pê dike. Meşvan dê ji vir di ser bajarokên Cindirês û Şêrewa re derbas bibin û bigihîjin Efrînê. Ciwan dê ji vir jî di ser bajaroka Raco ya girêdayî Efrînê re derbas bibin û biçin gundê Meydan Ekbes ê li ser sînorê Tirkiyeyê. Meşa ciwanan ku dê 4 rojan dom bike, di 14’ê mehê de li vir bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

Meşa ciwanan ku dê 200 kes tevlî bibin, dê li her gund û bajarokekê jî bi awayekî girseyî bê pêşwazîkirin.

DIRBÊSIYÊ- DÊRIK

Meşên dirêj ên li herêma Cizîrê jî dê ji 2 aliyan ve pêk were. Baskê yekemîn ê meşê dê, ji Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê di 14’ê Cotmehê de ber bi Qamişloyê ve dest pê bike. Baskê duyemîn jî dê ji Goristana Şehîd Rûstem a li gundê Berkevirê yê li bajarê Dirbêsiyê di 15’ê cotmehê de ber bi Qamişloyê ve destpê bike. Her du baskên meşê dê di 19’ê mehê de li Qamişlo bigihîjin hev û bi beşdariya girseyek qelebalix daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Li vir jî baskên meşê dê li her rawestgehekê bi girseyî bêne pêşwazîkirin. Meşa li bajarê Kobanê jî, dê li gorî şertên bajêr di nava dîrokên hatine diyarkirin de bê lidarxistin.

Ji bilî meşên dirêj, ciwan dê li hemû bajaran bi awayekî girseyî tevlî refên YPG’ê bibin.