Bi sedan ciwanên ku bi mebesta şermezarkirina binçavkirina 25 ciwanên kurd a ji aliyê hêzên rejîma Suriyeyê ve, li hev kom bibûn, dest mi meşê kir.
Li bajarê rojavayê Kurdistanê piştî ku di saetên nîvro de hêzên rejîma Suriyeyê li Taxa Qudurbeg û li navenda bajêr bi ser mal û kargehan de girtin û 25 ciwan bi hinceta ku qaçaxên leşkeriyê ne binçav kirin, Komelên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) çalakiya şermezarkirinê li dar xist.
Piraniya wan ciwan bi sedan kesên hêzên rejîmê şermezar dikin, li ber Mizgefta Qasimo hatin cem hev û nerazîbûn nîşan da. Esnafên li bajêr jî deriyên dikanên xwe girtin û beşdarî çalakiyê bûn. Girseya çalakger piştî demekê ber bi navenda sûka Qamişlo ve dest bi meşê kir. Meş didome.
Duh jî li Gundê Girkê Dijwêr hêzên rejîmê 3 ciwanên kurd bi heman hincetê girtibûn û li ser vê yekê gel daketibû kolanan. Her wiha hêzên asayîşa sivîl ku ji aliyê gel ve hatiye avakirin jî bi ser qereqola cendirmeyan de girtibû û 5 cendirme binçav kiribûn. Li ser nerazîbûna gel 3 ciwanên kurd hatibûn berdan. Hêzên asayîşê jî piştre cendirme berdabûn.