Ciwanên Kurd li Qamişloyê 7 polîsên Sûriye rehîn girtin

Ciwanên Kurd li Qamişloyê 7 polîsên Sûriye rehîn girtin

Piştî ku hêzên rejîma Suriyeyê li Qamişloyê 25 ciwanên kurd binçav kirin, bi sedan ciwanên ku li ser banga Komelên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) daketin kolanên Qamişloyê, 7 polîs û endamên ewlekariya rejîma Suriyeyê binçav kirin. Çalakî didome.

Li bajarê Qamişloyê piştî ku di saetên nîvro de hêzên rejîma Suriyeyê li Taxa Qudurbeg û li navenda bajêr bi ser mal û kargehan de girtin û 25 ciwan bi hinceta ku qaçaxên leşkeriyê ne binçav kirin, Komelên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) çalakiya şermezarkirinê li dar xist. Piraniya wan ciwan bi sedan kesên hêzên rejîmê şermezar dikin, li ber Mizgefta Qasimo hatin cem hev û nerazîbûn nîşan da. Esnafên li bajêr jî deriyên dikanên xwe girtin û beşdarî çalakiyê bûn.

CIWANAN 7 POLÎS BINÇAV KIRIN

Ciwanên ku agir pê xistin û di destên wan de dar hebûn, li nava kolanên Qamişloyê dest bi awayekî leşkerî dest bi meşê kir. Ciwan her wiha li kolanan li polîs û endamên ewlekariya rejîmê geriyan. Di çalakiya heta niha de ciwanan 7 polîs û endamên ewlekariya rejîmê girtin. Çalakvanan diyar ku heta hevalên wan neyên berdan, ew ê çalakiya xwe bidomînin. Serhildana ciwanan didome./..