Cigirê şaredarê bajaroka Dêrgulê ya BDP’ê Çetîn Gumuş ku li Dêrgulê li rastî êrîşê hat û hate derbkirin rakirin nexweşxaneyê.
Cigirê Şaredariya Dêrgulê yê bajaroka Şirnexê Çetîn Gumuş diyar kir ku şeva sêşemê li rastî êrîşa cerdevanan hatiye. Gumuşê BDP’yî telefonê personelên şaredariyê Ramazan Yapar kir û xwest mifteya wesayîta şaredariyê ya ligel wî jêre bîne. Gumuş diyar kir ku dema li benda Yapar bû, rastî êrîşa Yapar, birayê wî yê cerdevan Nezîr Yapar bi gitşî 10 kesan hatiye. Gumuş da zanîn ku bi dar û hesinan êrîşê wî kirine û kesên derdorê ketine navberê û wisa rizgar bûye.
Gumuş ji ber derbeyên ku lê ketin rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Di çav û bedena wî de gelek cih reş bûn. Serê wî şkest. Gumuş piştî tedawiyê şandin malê. Gumuş diyar kir ku kesên êrîşê wî kirine cerdevan bûne û wiha pê de çû: “Ji ber ku ez BDP’yî bûm diyalogek biçûk kirin hincet. Xwestin min lînc bikin. Tenê ez bi telefonê lê geriyam min xwest mifteyê bîne. Diyaloga me ev bû. Kê ez li rastî êrîşa wan hatim.”