Cerdevanên gundê Xaviştanê bi komî çek danîn

Cerdevanên gundê Xaviştanê bi komî çek danîn

Li gundê Xaviştanê yê Şaxê 40 cerdevanên ku derneketin operasyonê û leşkeran xwest bi zorê an bibe operasyonê bi tevahî çek danîn.

Di van demên dawiyê de li Bakûrê Kurdistanê hejmara cerdevanên ku çek dideynin û çûyîna operasyonan red dikin her ku diçe zêdetir dibe. Li gundê Xaviştanê yê Şaxê 40 cerdevanên ku derneketin operasyonê û leşkeran xwest bi zorê bibin operasyonê bi tevahî çek danîn.

Cerdevanên gundê Xaviştanê ya Şaxa Xanê dest ji çekan berdan. Zêdetirê 40 cerdevanên ku leşeran xwest bi zorê wan bibin operasyonê, nexwestin biçin operasyonê û dest ji çekan berdan.

Zêdetirê 40 cerdevanên ku bi 3 transitan hatin navçeya Şaxê, bi komî daxwaznameyên îstifayê dan Qeymeqamtiye Şaxê. Cerdevanekî ku çek anî û navê xwe aşkere nekir, diyar kir ku wan bi komî çek danîne. Cerdevan anî ziman ku şevê din leşker bi maşîneyên zirxî hatin gund û xwestin wan bi zorê bibin operasyonê û wiha got:

"Me ev daxwaza leşkeriyê qebûl nekir. Ji ber ku me daxwaza leşkeriyê qebûl nekir neheqî li me kir. Ji ber ku neheqî li me kir, em jî bi tevahî çûn navçeyê û me daxwaznameyên îstîfakirinê da Qeymeqamê Şaxê. Em dixwazin werin çekên xwe bigirin û em careke din êdî çekan hilnagirtin.”