Cenazeyê Xwedekarê Zanîngeha Harranê Serdar Yektaş ê ku bi armanca şermezarkirina salvegera 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da di tedbîrên berfireh ên polîsî de spartin axê.
Cenazeyê Xwendekarê Zanîngeha Harranê Serdar Yektaş ê 22 salî yê ku bi armanca şermezarkirina salvegera 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat li ber zanîngehê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da piştî li Mizgefta Yusuf Paşa hate şuştin li Gorsitana Bedîuzaman ji aliyê malbata wî ve hate definkirin. Di merasîma cenaze ji bilî malbatê polîsan destûr neda tu kesên din tevlî bibin.