Cenazeyê hate îdîakirin ku aydê gêrîlayê HPG’ye ku di êrîşa 2 tebaxê de li dijî qereqola Diha Kevin de jiyana xwe dest da hate veşartin.
Di 2 tebaxê de li dijî Qereqola Diha Kevin êrîş pêk hat di êrîşê de hate îdîakirin ku, gêrîlayek yê HPG'ê jiyana xwe dest da. Cenazê ji aliye komekî ve Goristana Zevye hate veşartin. Nivîsa ji aliye Dozgeriya Komare ya Sêrtê ji Şaredariya Sêrtê re şand de hate gotin ku, cenazê nehatiye naskirin, nasnameya wî nehat tespît kirin û ji bo vê jî xwest cenazê ji aliye şaredariyê ve bê veşartin.
'ZULIM Û PÊKÛTÎ HETA DAWÎ BERDEWAM NAKE'
Hevserokê Rêxistina BDP'ê ye Sêrtê Seracettîn Kayran, Wekîlê Şaredarê Sêrtê Osman SevÎl, revêberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, endamên TUHAD-DER, MEYA-DER, ÎHD, MKM, Înîsiyatîfa Dayîkên Aşitiyê, endamên meclîsa şaredariya û gelek welatî tevlî merasima cenazê ya li Goristana Zevye pêk hat bûn. Di merasîma cenaze de dirûşmeyên wek "Şehîd namirin" hatin berz kirin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ye Sêrtê Seracettîn Kayran di merasime de axivî û diyar kir ku, kes naxwaze di bihara emrê xwe de jiyana xwe dest bide. Kayran wiha axivî: "Lê ciwanên Kurd li dijî pekûtî, zilum û asîmîlasyonê ji bo jiyanekî azad, demokratîk, tekoşîn didin û jiyana xwe dest didin. " Kayran bilêv kir ku, zulim û pekûtî heta dawiyê berdewam nake.