Li Bajarê Insbruck a Awustryayê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak ku dawî li jiyana xwe anî cenazeyê wî îro saetên êvarê de dê li Êlihê be. Cenazeyê Kavak dê ji aliyê geriseyeke mezin ve bê pêşwazîkirin û roja înê jî dê li Amedê spêrin axê.
Cenazyê Kavak duh şandin bajarên Stuttgart ya Almanyayê. Îro ji nîvro şûnde dê bê Stenbolê û ji vir jî dê bişînin Êlihê. Cenaze êvarê saet di 20.30’an de dê li êlihê bi girseîyî bê pêşwazî kirin û roja înê saet di 10.00’an de dê li Amedê bispêrin axê.