Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Tekîn Guzel (Zinar Sargaç) yê ku di 1 îlonê pevçûna li navbera gundê Xatîpawa û Dalyayê ya Elbaqa Wanê de jiyana xwe dest da, li Tetwanê ji aliyê bisedan kesan ve hate veşartin.
Li çiyayên gundên Xatîpawa û Dalyaya navçeya Elbaqa Wanê di 1 îlonê de pevçûn derket, di pevçûnê gêrîlayê HPG'ê Tekîn Guzel (Zinar Sargaç) jiyana xwe dest da. Cenazeyê gêrîlayê Zinar yê ku li Morga Saziya Edlî Tipa Meletiyeyê piştî karên otopsiyê şevê din anîn navçeya Tetwanê ya Bedlîsê. Cenazeyê gêrîla Zinar bi karwana nêzîkî 200 wesayît tevlî bûn, anîn gundê Sargaç ye ji navenda navçeye 4 kîlometrê dûr.
Welatiyan cenazeyê gêrîla Zinar di ketina gund de danîn ser milan û bi dirûşmeyên, "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" anîn goristina gund. Cenazeyê gêrîla Zinar li vir ji aliye bisedan kesan ve hate veşartin. Piştî rêzgirtina ji bo kesên tekoşîna azadiye de jiyana xwe dest dan hate girtin Endamê Meclîsa Partiya BDP'ê Mehmet Nezîr Karabaş axaftinek kurt kir. Karabaş diyar kir ku, gelê Kurd di tekoşîna azadiye de bedelên mezin dan û wiha axivî: "Asta gelê Kurd hatiye bi encama tekoşîna bi bedelên mezinê. Dema gelê Kurd hate înkar kirin, kurdan tekoşînêk mezin dan û pirsgirêka Kurd anîn rojeva cîhanê."
Piştî axaftinê girsê ji goristan veqetiya.