Cenazeyê gêrîla HPG'ê Azîz Zengel yê ku di 23 tîrmehê de di pevçûnên li çiyayên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jiyana xwe dest da li gundê Qaşkola navçeya Elbakê ya Wanê bi girseyî hate veşartin.
Cenazeyê gêrîlaye HPG'ê Azîz Zengel yê di pevçûnên 23’ê tîrmehê li navçeya Şemzînanê de rûdan jiyana xwe dest da, li navçeya Elbaka Wanê ji aliyê malbata wî ve ji Saziya Edlî Tipa Meletiyeyê hate girtin. Cenazeyê gêrîla Zengel serê sibehê di ketina Elbakê de ji aliyê bisedan kesên di nav de Parlementerê BDP'ê ye Wanê Ozdul Uçer, Berdevkê Meclîsa KCD'ê ya Daîmî Seydî Firat, Serokê Meclîsa Bajar ya Giştî ya Wanê Semîra Varli, Wekîlê Şaredariya Wanê Sabrî Abî, revêberên BDP'ê, endamên meclîsa bajar, endamên Înîsiyatîfa Dayîka Aştiyê, endamên DOKH'ê, revêberên şaxa MEYA-DER ya Wanê heyî ve hate pêşwazî kirin.
Cenazeyê gêrîla Zengel ji vir birin gundê jê dayîk bûyî Qaşkolê. Cenazeyê ji aliyê bisedan wesayîtan ve anîn gund, ketina gund de ji wesayîtê derxistin û bi dirûşmeyên “şehîd namirin", “Bijî Serok Apo” û “PKK'e gele gel li vire" birin goristina gund. Cenazeyê gêrîla Zengel piştî wecîbeyên olî hatin cih hate veşartin.
UÇER: DÊ GELÊ KURD HETA DAWIYÊ XWEDÎ NIRXÊN XWE DERKEVE
Serokê Rêxistina BDP'a Wanê Yakup Ataş di merasîma cenaze de axivî ji bo malbatê sersaxî xwest. Ataş wiha axivî: “Azîz Zengel şehîdê Kurdistanê ye. Rêya wan rêya me ye. Em dê di rêya wan de tekoşînê bidin."
Piştî Ataş, Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdul Uçer jî axivî û bilêv kir ku, dewleta tirk ciwanên Kurd bi çekên kîmyewî qetil dike. Uçer diyar kir ku, hikûmet dixwaze gelê Kurd îxanet li nirxên xwe bike û wiha domand: "Şerê li Kurdistanê her ku diçe dijwar dibe. Her roj agahiyên dehan cenazeyan tên. Ev wisa berdewam nake. Dê an çareserî çebê an jî bi tevahî emê xilas bibin. Dewleta bi tank û topan hêza gêrîlayan nikare bişkîne çekên kîmyewî qetliyama pêk tîne. Sîstem dixwaze gelê Kurd îxanetê li nirxên xwe bikin. Gelê Kurd dê heta dawiyê xwedî li êrberê xwe û şehîdê xwedî derkevê."
Piştî merasîma cenaze, girseyê malbata gêrîla Zengel ziyaret kirin.