Cenazeyê gêrîlaya HPG’ê Viyan Penaber (Kader Alturk) li Erxeniyê bi girseyî hate pêşwazîkirin.
Cenazeyê gêrîlaya HPG'ê Viyan Penaber (Kader Alturk) ya li Navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê birin saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, li navçeya Erxeniyê ya Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Serokê BDP'a Erxeniyê Mehmet Yergin, Şaredarê Erxeniyê Fesih Yalçın, Rêveberên BDP'ê yên navçe û bajar û gelek kesên din amade bûn. Girseyê di pêşwazîkirinê de dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwina te li erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Girseyê piştî cenaze pêşwazî kir, ber bi Şirnexê ve bi rê kirin.