Cenazeyê Gêrîla Mahsûm bigirseyî sipartin axê

Cenazeyê Gêrîla Mahsûm bigirseyî sipartin axê

Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy di merasîma cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Sînan Aggoz (Mahsum Sozdar) yê di êrîşa li dijî navenda polîsan li navçeya Erzînê ya Hatayê de birîndar bû û pişt re cenazeyê wî hate dîtin de axivî û diyar kir ku, gelê Kurd her tim li pey nirxên de ye û wiha got: "Em li vir mizgîniyekê didin şehîdê xwe. Gelê Kurd bi têkoşîna dide li 4 parçeyên Kurdistanê ber bi azadiyê ve dimeşe."

Cenazeyê Gêrîlayê HPG’ê Sînan Aggoz (Mahsum Sozdar) yê ku di êrîşa li dijî navenda polîsan ya navçeya Erzînê ya Hatayê de birîndar bû û pişt re cenazeyê wî hate dîtin duh ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî hate girtin. Cenazeyê gêrîla Mahsûm serê sibê ji ailyê Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erziromê Riza Guler, rêveberên BDP'ê yên Agirî, Erzirom û navçeyan û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê cenazeyê gêrîla Mahsmûm ber bi mezraya Teco ya gundêKirginder ya navçeya Gogsiyê ve bi rê ket. Karwana cenaze di rê de rast çepikan hat û di ketina gund de darbesta cenaze ji wesayîtê hate girtin û li ser milan birin goristanê. Piştî karên veşartina cenaze bi dawî bûn Dayîka gêrîla Mahsûm Sabîha Aggoz axivî û diyar kir ku, kurê wê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û bi kurê xwe serbilinde û wiha got: "Kurê min şehîdê hemû Kurdistanê ye. Ev kurê min dê duyemîne. Serê hemû gelê Kurd, Ocalan û gêrîlayan sax be. Êdî em dixwazin ev xwîn raweste." Aggoz, anî ziman ku kurê wê yên din Selman Aggoz bû û ew jî di sala 1994'an de jiyana xwe ji dest da.

‘EM WEKE GELÊ KURD AMADE NE MIL BI MIL LI GEL GÊRÎLA ŞER BIKIN’

Apê Aggoz Mahsun Aggoz jî diyar kir ku bi salinin tenê daxwazeke wan ji Serokwezîr Erdogan heye û ew jî biratî û aştî bû lê her tim rastî îmhayê hatin û wiha got: "Em niha jî biratî û aştiyê dixwazin. Heke vê yekê qebûl nekin ez li vir bang li Mûrat Karayilan dikim, heke biratî û aştiyê nexwazin em dê bi hêz ji bo azadiyê têkoşînê bikin. Gelê Kurd ji vê yekê re amade ye. Em weke gelê Kurd li pey gerîla ne. Pêdivî hebe em dê mil bi mil li gel gêrîla şer bikin."

AKSOY: GELÊ KURD LI 4 PERÇEYEN BER BI AZADIYÊ VE DIMEŞE

Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî diyar kir ku, gelê Kurd her tim di riya nirxên xwe de meşiya û wiha got: "Ez li ber têkoşîna şehîdan bejna xwe ditewînim. Di vê têkoşînê de her tim me aştî xwest. Em bi şehîdên xwe re têkoşînê didin. Li 4 perçeyên Kurdistanê niha ber bi azadiyê ve diçe. Me mînaka vê yekê li Şemzînan û Sûriyeyê dît. Kurd berxwedidin û dê vê berxwedanê berdewam bikin. Em li vir mizgîniyekê didin şehîdê xwe. Gelê Kurd li 4 perçeyên Kurdistanê ber bi azadiyê ve dimeşe."

Piştî axaftinan girseyê konê şînê ziyaret kir.