Cenazeyê gerîla Karwan anîn Başûrê Kurdistanê

Cenazeyê gerîla Karwan anîn Başûrê Kurdistanê

Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Karwan Gabar ê ku di çalakiya gerîlayan de ku li dijî qereqola Harûna ya di navbera Gever û Şemzînanê de hate lidarxistin de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve hate wergiritn û anîn Başûrê Kurdistanê.

Gerîlayên HPG’ê di 14’ê îlonê de li dijî qereqola Harûna çalakiyek berfireh li dar xistin. Di encama çalakiyê de 61 leşker hatin kuştin û 8 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van gerîlayan Mûsa Elî yê bi nasnavê Karwan Gabar ê ji Başûrê Kurdistanê bû.

Malbata gerîla Karwan ê ji bajarê Kelara Başûrê Kurdistanê, ji bo cenazeyê lawê xwe bigirin, çûn Bakûrê Kurdistanê. Bav û xarziyê Karwan, tevî reyarên MEYADER’ê çûn Meletiyê û cenazeyê Karwan ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Başûrê Kurdistanê. Cenazeyê Gabar duh derdora saet di 12.00 de anîn Başûrê Kurdistanê û ji aliyê zêdetirê sed kesî ve hate pêşwazîkirin.

Cenaze piştî ku duh li Dihokê hate rawestandin, îro saet 06.00 de ji Dihokê bi rê kirin. karwanê ku dê piştî Hewlêrê biçe Kerkûkê, tê payîn ku îr danê nîvro bigihe bajarê lê ji dayîk bûye Kelarê. Karwanê cenaze di rê de li rastî piştgiriya bi çepik û tilîliyan hat.

Cenazeyê Karwan Gabar dê îro li bajarê Kelarê bispêrin axê.