Malbata gêrîlayê HPG'ê Murat Çapa (Cîmşîr Amed) ku di şerê li Şemzînanê de jiyana xwe ji dest da, çûn Meletiyê û cenazeyê kurê xwe teşhîs kir. Cenazeyê gêrîla Cîmşîr dê li Amedê bê definkirin.
Malbata gêrîlayê HPG'ê Murat Çapa (Cîmşîr Amed) ku di 23'ê Tebaxê de li Şemzînanê di şer de jiyana xwe ji dest da, çûn Meletiyê. Malbata gêrîla Cîmşîr bo cezazeyê kurê xwe werbigire li gel rêveberên BDP Meletiyê MEYA-DER û ÎHD'ê serî Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan.
Malbatê piştî serî li dozgeriyê dan çûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Malbatê piştî ji wêneyan cenaze teşhîs kir. Malbat piştî li morgê jî cenaze teşhîs bike dê cenazeyê kurê xwe gêrîla Cîmşîr wergire û bişînin Amedê û li Gundê Şanika Jêr ya Navçeya Çinarê ya Amedê defin bikin.