Cenazeyê gêrîla Cemşîd bi sloganan sipartin axê

Cenazeyê gêrîla Cemşîd bi sloganan sipartin axê

Cenazeyê gêrîla HPG'ê Murat Çapa (Cemşîd Amed) yê ku di pevçûna li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve bi slogana "Şehîd namirin" hate definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Murat Çapa (Cemşîd Amed) yê ku di pevçûna li navçeya Şemzînana Colemêrgê bi hevalekî xwe re jiyana xwe ji dest da li gundê Xanika Jor ya navçeya Çinara Amedê bi girseyî hate definkirin. Cenazeyê gêrîla Cemşîd piştî duh ji Nexweşxaneya Lêkolînê ya Turgut Ozal hate girtin anîn Amedê. Cenazeyê gêrîla Cemşîd di ketina Amedê de ji aliyê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyd Zumrut, rêveberên BDP'ê, rêveberên MEYA-DER'ê yên Amedê, Tum Bel-Sen'ê û gelek welatiyan ve bi sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê Cenazeyê gêrîla Cemşîd bi karwanekî qelebalix ber bi Çinarê ve derxistin rê. Karwana Cenazeyê gêrîla Cemşîd di rê de rastî eleqeyek mezin ya welatiyên ser rê hatin.

LI ÇIYAYAN DENGÊ ÇEKAN BILIND BÛN!

Cenazeyê gêrîla Cemşîd di ketina gundê Xanika Jor bi slogana "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê darbest gêrîla Cemşîd bi alên kesk, sor û zer hate pêşandin û li ser milan birin mizgeftê. Piştî wecîbeyên olî bi cih hatin anîn girseyê sirûda "Çerxa şoreşê" xwend. Cenazeyê gêrîla Cemşîd piştî nimêjê ji aliyê girseyê ve hate girtin û bi meşê birin Goristan Gund. Di meşê de posterên gêrîla Cemşîd û hevalê wî yê di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest da Fîruz Brukîmadlu (Akîf Afrîn) hatin vekirin. Di meşê de girseyê dema slogana "Şehîd namirin" berz kirin li çiyayan dengên çekan hatin bihîstin. Di merasîma cenaze de sloganên "Şehîd namirin", "Ey şehîd riya te riya me ye", "Qatîl Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Cenazeyê gêrîla Cemşîd bi sloganan hate definkirin.

'EM DÊ HER TIM DI RIYA WAN DE BIMEŞIN'

Piştî karên veşartinê Seroka Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Leyla Ayaz axaftineke kin kir û ser saxî li malbatê û hemû gelê Kurd da. Ayaz diyar kir ku, gêrîlayan bi têkoşîneke hemba ya li Şemzînan kontrol bi dest xist. Ayaz anî ziman ku, kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan dê her tim wan bi bîr bînin û di riya wan de bimeşin.

'JI KESÊN LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN ÎMHAYÊ BERXWEDIDAN BÛ'

Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî diyar kir ku, di şerê 30 salan de bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Zumrut anî ziman ku, ew dixwazin êdî ev şer bi dawî bibe û ji bo vê yekê têkoşînê didin. Zumrut da zanîn ku, hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr Erdogan di şer û mirinan de israr dikin. Zumrut destnîşan kir ku, berpirsiyarê êşên tên jiyîn hikûmeta AKP'ê ye û wiha got: "Polîtîkayên şer ên îro hikûmeta AKP'ê dimeşînin dewlet tirk 30 salan berdewam kir. Çawa ku kesên polîtîkayên şer meşandin encam negirtin AKP jî nagire. Heval Murat ji ber li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê derket jiyana xwe ji dest da."

Piştî axaftinan girseyê sirûda "Çerxa şoreşê" xwend û girseyê konê şînê yê li gund ziyaret kir. Konê şinê yê ji bo gêrîla Cemşîd hate vekirin dê 3 rojan vekirî be.