Çemê Dîcleyê 2 zarok xeniqand

Çemê Dîcleyê 2 zarok xeniqand

Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê ji 4 zarokên ketin Çemê Dîcleyê 2 zarokên bi navê A.K. û M.O. jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê 4 zarokên ji bo hênik bibin ketin Çemê Dîcleyê û di avê de winda bûn. Piştî lêgerînên rizgariyê 3 zarok ji avê hatin derxistin û rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Ligel hemû mudaxeleya zarokê bi navê A.K. jiyana xwe ji dest da. Dermankirina 2 zarokên din ên cîdî li beşa lezgînî berdewam dike. Piştî lêgerîna bi demjimêra berdewam kir zarokê din di demjimêr 23.00'an de hate dîtin. Zarokê bi navê M.O. yê jiyana xwe ji dest da rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîsmîlê.