Canan: Leşker dibêjin bila pirsgirêk li ser masê çareser bibe

Canan: Leşker dibêjin bila pirsgirêk li ser masê çareser bibe

Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esad Canan diyar kir ku,piştî şerê li Şemzînana Colemêrgê gelek gundên herêmê hatine valakirin û wiha got: "Ez di gera xwe ya li herêmê de rastî leşkeran jî hatim. Daxwaza leşkeran ewe ku pirsgirêk li ser maseyê çareser bibin. Leşkeran got "Venêrtina herêmê di destê HPG'ê de ye. Em nikarin mudaxele bikin. Leşker ji me dixwazin em pirsgirêkê bi siyasetê û li ser masê çareser bikin."

Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan li navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê beşdarî civînên gel bû. Canan di civînan de diyar kir ku, êdî operasyon encamê nagirin û wiha got: "Ji bo pirsgirêk çareser bibe divê êdî muzakere dest pê bikin. Polîtîkayên AKP'ê û Serokwezîr Erdogan kuştin û binpêkirina mafan zêde dike. Li herêmê zêdeyî mehekê şerekî dijwar heye. Bi taybetî li Şemzînanê bûyerên nexweş derdikevin holê. Di vê pêvajoyê de dîsa aşkere bû ku, pirsgirêka Kurd divê bi riya diyalog û muzakereyan çareser bibe. Êdî pir zelal xuya dibe ku pirsgirêk bi şer û operasyonan çareser nabe. Çiya, daristan û zozanên li tenişta gund û bajar tên bombekirin. Çekên giran tên bikar anîn. Niha 8 gund hatine valakirin. Gundekî din tê valakirin. Berpirsiyarê vî şerî Serokwezîr Erdogan û wezîrên wî ne.

‘LEŞKERAN JÎ GOT, ÊDÎ DIVÊ PIRSGIRÊK LI SER MASÊ BÊ ÇARESER KIRIN’

Canan da zanîn ku, li herêmê bertekên dijî AKP'ê û Serokwezîr her ku diçe zêde dibe, lê çapemenî van bertekan şînan nade. Canan, bilêv kir ku êdî aşkere bû ku lazim e pirsgireka kurd bi aştî, domokrasî û siyasetê çareser bibe. Di gera min a li herêmê de leşkeran jî ev daxwazên xwe anîn ziman. Leşkeran diyar kirin ku êdî divê pirsgirêk li ser masê bên çareserkirin. Welatiyên gundê xwe vala kirine jî dixwazin bilezgîn operasyon bi dawî bibin û li gundê xwe, zozan û mêrgên xwe vegerin.

DEHL Û REZ WÊRAN BÛNE

Canan destnîşan kir ku, bi taybetî li herêma Şemzînanê ji ber topbaranê dehl û rezên welatiyan tev wêran bûne. Canan destnîşan kir ku, ev şerê li herêmê xweza û ekolojiya herêmê talan û wêran dike û gelek cûreyên zindiyan tune dike. Canan bibîrxist ku, di aliyê aboriyê de jî zerakek gelek mezin dide dewletê û xwezayê wêran dike.

‘LEŞKER ŞEV Û ROJ HERÊMAN BOMBEBARAN DIKIN’

Canan bibîr xist ku, leşker bi topan û helîkopterên bi şev û rojan herêmê bombe dike û wêran dike û wiha got: "Divê êdî hikûmet vê rastiyê bibîne û rê li pêşiya demokrasî, aştî û siyaseta demokratîk veke. Leşkeran jî got 'Venêrtina herêmê di destê HPG'ê de ye. Em nikarin mudaxale bikin.' Leşker ji me dixwazin em pirsgirêkê bi siyasetê û li ser masê çareser bikin."