Çalakiyên şermezarkirina 9'ê cotmehê yên ji serê sibehê destpêkiribûn didomin. Di xwepêşandan û daxuyaniyan de hate xwestin ku mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin û pêvajoya muzakere û diyalogê bê destpêkirin.
ŞIRNEX: Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê ya Bajar kom bûn, daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniye de endam û reveberên BDP'ê, endamê meclîsa şaredariyê û meclisa taxan, Rêveberên BDP'ê yên bajar nûner û rêveberên MEYA-DER jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girsê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û pankarta "Em berxwedana Ocalan a li Îmraliyê silav dikin" û "Bi ruhê hamleya 4'emîn em Rêber Apo ku dîwarê Îmraliyê perçe dike azad bikin" vekirin. Girsê pankarta reş bi avahiya BDP'ê vekirin û sloganên "Bé Serok jîyan nabe" berz kirin. Rêveberê BDP'ê yê Şirnexê Mustafa Utsek, daxuyanî da û 9'ê Cotmehê şermezar kir.
Komê piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûnixtinê pêk anî. Piştî çalakiya rûniştinê polisan bi bombeya gazê û ava şit mudaxale kir. Girsê jî bi keviran bersîv da polîsan. Di bûyerê de 3 welatî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê.
ÊLIH
Rêxistina BDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê kom bûn û heta kolana Hunerê meşek pêk anî. Di meşê de polîsan bi TOMA û maşineyên zirxê pêşiya girsê girt û destûr neda girse bimeşe. Li ser astengiya polîsan bi hezaran kesên di navde Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, Endamê Meclîsa BDP'ê Osman Ergin, Hevserokên BDP'ê û rêveberên BDP'ê, Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel jî di navde xwestin meşa xwe berdewam bikin.
Pişti polîsan girse rawestand, heyeta BDP'ê bi polîsan re hevdîtin pêk anî û xwest astengiyê ji pêş wan rake, lê polîsan dîsa destûr neda girsê. Girsê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK'ê û pankartên "Azadiya Brêz Ocalan azadiya gelê kurd e" û "Em komploya 9'ê Cotmehê bi nifrîş şermezar dikin. rakirin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Pişti Hevserokê BDP'a Êlihê Şeyhmus Azboy li pêş TOMA'yê çalakiyê rûnişt polîsan bi ava şit û bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir. Girsê jî bi keviran bersîv da polîsan. Rojnamegeran ji para xwe ji ava şit a polîsan girt. Girseya ku rastî mudaxaleya polîsan hat, disa vegeriyan avahiya BDP'ê. Piştre Parlementera BDP'ê ya Êlihê Akat, diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de azadiya gelê kurd ji destê wî digirin û ev helwesta dewletê şermezar kir. Girse piştî daxuyaniyê bê navber slogana "Bijî Serok Apo" berz kirin û heta şaredariye meşiyan. Girse piştre belav bûn û çalakiyên xwe li taxên Yavuz Selim, Milli Egemenlikê berdewam kirin.
NISÊBÎN
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Girseya ku di navde endam û rêveberên BDP'ê, şaredar û endamên meclîsa şeredariyê, rêveberên BDP'a Mêrdîn, aktîvîstên DOKH, Înisiyatifa Dayikên Aştiyê jî di navde xwestin meşê pêk bînin. Girseya xwest bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Piştî polisan girse asteng kir di navbera girsê û polîsan de niqaş derketin. Li ser asteniya polîsan girsê dest bi meşê kir. Di meşê de girsê pankarta "Rêbertiya azad nasnameya azad û xweseriya demokratîk" vekir û sloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jîyan nabe", "Ocalan", "PKK Tolildan" berz kirin. Piştî meşê li ser navê komê Seroka BDP'a Nisêbînê Ayten Kahraman, daxuyanî da û 9'ê Cotmehê şermezar kir. Girsê piştî meşê bi slogana "Bimre 9'ê Cotmehê belav bû.
KERBORAN
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî bi heman armancê Rêxistina BDP'ê ya Kerboranê li ber avahiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP'ê û endamên meclisa şeredariyê amade bûn.
MÛŞ
Li Mûşê jî koma ku li ber Zankoya Zanîngeha Alparslan kom bûn daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniye de nûnerên MED-DER'ê û reveberên BDP’ê amade bûn. Li ser navê komê Salih Akfidan daxuyanî da û 9'ê Cotmehê şermezar kir. Komê piştî daxuyaniyê çalakiya 5 deqîya rûniştinê pêk anî.
Rêxisdina BDP'ê ya Melezgirê jî bi heman armancê bi daxuyanî û meşekê 9'ê Cotmehê şermezar kir. Koma ku li ber avahiya BDP'ê ya Melezgirê kom bû daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endamên MEYA-DER, Rêveberên BDP'ê û saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Kopê piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.