Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên binçavkirin û rêbirînê yên gerîlayên HPG’ê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Amed, Agirî û Wanê 3 kes hatine binçavkirin û yek ji vana rêveberê AKP’yî heye.
RÊVEBERÊ AKP’YÎ HAT BINÇAVKIRIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku 3 kes ji aliyê gerîlayan ve hatine binçavkirin û ev agahî da:” Di 22'ê Tebaxê de di saet 10.00'an de di navbera navçeya Pîrana Amedê û herêma Şingirikê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di encama çalakiyê de serokê AKP'ê yê berê ya navçeya Sûra Amedê û rêvebirê AKP'ê Hamît Çelîkkanat ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.”
LI WANÊ KESEK HAT BINÇAVKIRIN Û SERBEST HAT BERDAN
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin;” Di 22'ê Tebaxê de di navbera saet 07.30-10.00'an de li navbera navçeya Şaxa Wanê û navçeya Berwarî ya Sêrtê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye birîn. Di encama çalakiya 20 wesayit hatin rawestandin de nasname hatin kontrolkirin û keseke bi navê Seyfettîn Saca yê bi dijmin re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin û li pêşberî gel dadgeha wî hatiye kirin. Di encama darîzînê de vî şexsî soza nedubarekirina hevkariya bi dijmin û li ser daxwazên gel serbest hatiye berden.”
LI GIYADÎNÊ JÎ KESEK HAT BINÇAVKIRIN
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 22'ê Tebaxê de li navçeya Giyadîna Agiriyê Ahmet Merîçê li Gundê Gordê dimîne û bi dijmin re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Lêpirsîna vî şehxsî hîn jî berdewam dike.”
ÇALAKIYÊN KONTROLA RÊ
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê aşkere kir ku gerîlayan li ser rêya Erzirom-Çewlikê rê birîne û got; “Di 22'ê Tebaxê de di navbera seet 20.30-21.30'an de di navbera Erzirom û Çewlikê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye birîn. Di encama rawestandina 80'ê wesayitî nasname hatiye kontrolkirin û kesên bi dijmin re hevkariyê dikin hatine hişyarkirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 22'ê Tebaxê de di saet 10.00'an de di navbera navçeya Pîrana Amedê û herêma Şingirikê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di encama çalakiyê de serokê AKP'ê yê berê ya navçeya Sûra Amedê û rêvebirê AKP'ê Hamît Çelîkkanat ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.”