Her çendî rejîma AKP’ê hewl dide ku bîlnaçoya giran a şerê li Kurdistanê ya veşêre, lê bîlançoya meha tebaxê ya ji aliyê HPG’ê ve hat aşkerekirin, rastiya şerê li Kurdistanê raxist ber çavan. HPG’ê ragihand ku di meha tebaxê de gerîlayan 183 çalakî li dar xistin, di encama pevçûnan de zêdetirê 400 leşker hatin kuştin û 31 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. HPG’ê aşkere kir ku tevî 4 leşkeran nêzî 20 kesan ji aliyê gerîlayan ve hatine binçavkirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bîlançoya şer ya meha tebaxa 2012 aşkere kir. HPG’ê ragihand ku di meha tebaxê de gerîlayan 183 çalakî li dar xistin, di encama pevçûnan de zêdetirê 400 leşker hatin kuştin û 31 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. HPG’ê aşkere kir ku tevî 4 leşkeran nêzî 20 kesan ji aliyê gerîlayan ve hatine binçavkirin. Her wiha gerîlayan dest danîn ser gelek alav û cebilxaneyên leşkerî jî.
Bîlançoya ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ve hat aşkerekirin wiha ye:
“Operasyonên bejahî yên ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye lidarxistin: 31
Êrîşên hewayî yên ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye lidarxistin: 23 (D 14 ji van de şewat)
Êrîşên kobrayan yên ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye lidarxistin: 16 (Di 4 ji van de şewat)
Êrîşên top û tankan ên ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye lidarxistin: 77 (Di 13 Ji van de şewat)
Pevçûnên di encama operasyonan de qewimiye: 21
Çalakiyên ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lidarxistin: 183
Pevçûn û çalakiyên encamên wan ji aliyên me ve nehatiye zelalkirin. 58
Leşkerên dijmin ên hatiye kuştin (yên hatiye tespît kirin): 403 (14 jê polîs)
Hejmara birîndarê dijmin (yên hatiye tespîtkirin): 181 (4 jê polîs)
Helîkoptera skorskyê ya hatiye derbekirin: 6
Helîkoptera kobra yên hatiye derbekirin: 2
Teçxîzatê dijmin ên hatiye tunekirin: 16 çeper, otobusek, 18 panzer, 2 kîrpî, 2 akrep, 4 reo, wesayiteke jamer, 6 A4, 2 MG3, 1 BKC, 5 çeka G3, 3 Dûrbînên Nîcon, 10 Telefon, 4 vagonê trênan, konteynirek
Teçxîzatên hatiye derbekirin: 4 panzer, 9 akrep, tankek, daggeyigiyek, kîrpiyek, 10 wesayitên zirxî, çekek A4, 9 vagonên trênê
Teçxîzatên dijmin ên hatiye desteserkirin: 11 kleş, 7 HK33 Çeka Melez, 6 G3, 2 MG3, 1 BKC, 2 r Bombeavêj, 5 roketê bombeavêj, 2 tebance, 15 bombe, 31 cerjor, 6 termal, 10 dûrbînê roj, 5 dûrbînê şev, 12 çente, 1700 guleyên BKC'ê, 2 bêtêl, 2 pusuleyên hewanan, cîhazeke sînyalan tevlihev dike, 7 telefon
Wesayitên bi xebatên bi armanca leşkerî hatine bikaranîn ên hatine tunekirin: 17 Kamyon, 20 Tir, 1 wesayita kar, 4 dozer, tankereke avê, 17 telefon
Girtin û binçavkirinên ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kirin: 18 (14 jê sîvîl û burokrat, 4 jê leşker
Gerîlayên me yê şehîd ketine: 31
Navenda Çapemenî-Ragihanina HPG’ê got; “Li gel wendahiyên leşkeran ên di meha tebaxê de, di encama li hevdana leşkerên artêşa tirk de 2 leşker miriye, di encama lêketina perwaneya helîkopterê jî leşkerek miriye. Bi van hejmaran di meha tebaxê de bi giştî 406 leşker mirine.
Di encama bi zanebûn bombebarana cihê sîvîlan de li gundan gelek rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye. Li Qendîlê jî malên sîvîla û çîftlikeke xwedîkirina mirîşka jî ji aliyê balefirên şer hatine bombekirin.”