Bi hezaran kes ji bo mitînga 1'ê Îlonê ya bi navê "Çareseriya demokratîk û muzakereyê" ya ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl yên civakî ve li Qada Îstayonê ya Amedê pêk tê dimeşin. Li qada mitîngê ya di bin ewlehiyên awarte de slogana "Ji bo Ocalan azadî" bilind dibin û pankart û dowîzên operasyonên siyasî şermezar dikin tên hilgirtin. Ciwanê ku ala PKK'ê bilind kir ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Bi hezaran kes ji bo mitînga 1'ê Îlonê ya ya li Qada Îstasyonê ya Amedê dimeşin. Welatiyên ji bo mitînga protesto kirina tecrîda li ser Ocalan, operasyonên siyasî û leşkerî, daxuyaniyên hikûmetê yên heqaretwarî pêk tê li 4 aliyan diherikin. Welatiyên ji navçeyên Sûr, Rezan, Yenîşehîr û Peyasê tên li 2 noktayên lêgerînî ya polîsan derbasî qadê dibin. Welatiyên li navçeye û bajarên derdorê jî hatin derbazî qadê bûn.
'JI BO AŞTIYEKE BI RÛMET ÇARESERIYEKE DEMORKATÎK Û MUZAKERE'
Li ser dika li qada mitînê pankrata "Ji bo aştiyek bi rûmet çareseriye demokratîk û muzakere" hate daliqandin û di heman mijarê de gelek pankartên li qadê hatin daliqandin. Li qadê alên PKK'ê hatin vekirin. Welatiyan bi stranên govendê, govend girtin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vire" di qêrin.
TEDBÎRÊN AWARTE
Hemû riyên ber bi qadê ve diçin bi wesayîtên zirxî hatin girtin û ji gelek bajarên cuda polîsên çevîk anîn Amedê û tedbîrên ewlehî digirin. Polîsên ji Riha, Dîlok, Meletî, Semsûr û Xerpêtê anîn li qereqolên Rezan û Yenîşehîrê hatin bicihkirin. Li gelek qadan wesayîtên zirx hatin bicihkirin. Di ser qada mitîngê de helîkopter difirin.
CIWANÊ ALA PKK'Ê VEKIR BERÊ RASTÎ ŞÎDETÊ HAT PIŞT RE HATE BINÇAVKIRIN
Ciwanê li qadê ala PKK'ê vekir ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Polîsan berê li ciwan xistin û pişt re binçavkirin.