Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li herêma Çiyayê Gomanê heta serê sibehê bombe hatin barandin.
Li herêmê demek dirêje şer didome. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li herêma Çiyayê Gomanê ji duh êvarî heta serê sibehê bombe hatin barandin. Çavkaniyên herêmî diyar kir ku, herêmên Goman, Xakurk, Mêrgesavan, Karadag, Mergêsor û Koremkizgeftanê bê navber hatin bombebaran kirin.