Li Wanê biboneya 1'ê Îlonê mitînga herêmê pêktê û li gel vê yekê li Colemêrg, Qers û Qaqizmanê bi heman armancê daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin. Di daxuyaniyan de peyamên çareseriya demokratîk û muzakereyê hatin dayîn.
Li Wanê mitînga herêmê ya 1'ê Îlonê pêk tê li bajarên derdorê jî daxuyaniyên çapemeniyê tên lidarxistin. Li Colemêrg, Qers û Qaqizmanê daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin. Di daxuyaniyê de daxwaza aştiyê û çareseriya demokratîk û muzakeriyê hatin dayîn.
COLEMÊRG
Endamên Platforma Demokrasî ya Colemêrgê li ber Stadyuma Colemêrgê hatin cem hev û bi dahol û zornayan pîroz kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Rahîm Kurt, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglu, Wekîlê Şaredarê Çelê Zîro Koç, Dayîkên Aştiyê û gelek welatî tevlî pirozbahiyê bû. Li qadê pankrata "Ji bo Aşîtiya civakî ne tecrîd, muzakere," û "1’ê Ýlonê Roja Aşîtiya Cîhanê pîroz be" hatin vekirin. Girse li vir ber bi Kolana Bulvarê ve dest bi meşê kirin û di meşê de ji bo Ocalan slogan hatin berzkirin. Li Kolana Cumhuriyet li ser navê girseyê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Colemêrgê Îsmaîl Akbulut daxuyanî xwend banga aştiya mayînde kir û wiha got: "Li hemberî daxwazê gelêl kurd ên aştiya civakî pêk bînin kesên polîtîkayên şîdet û pevçûnan pêk tînin bila baş bizanin ev yek ne riye."
'DI KIJAN ZAGONA TIRK DE BEHSA KURDAN DIKE'
Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu jî bi Kurdî axivî û Serokwezîr Erdogan şiband Fîrewn û Hîtler û wiha got: "Bi sedan salin xwîn dirêjê. Nemrût, Fîrewn, Musolînî, Hîtler û Evren her tim li gelên xwe zilim kirin. Îro Erdogan jî weke wan zilmê li gelê xwe dike. Îro di kîjan zagonên tirk de behsa kurdan tê kirin. Tu ferqa Erdogan û Fîravun û Hîtler tuneye."
BERNAMEYÊ BI MUZÎKÊ BERDEWAM KIR
QERS
Li Qersê jî bi heman armacê li Kolana Faîk Bey daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankratên "Aştiya herî nebaş j şerê herî baş, baştire" û "Ji şer re na aştî di heman demê de" hatin vekirin. Prz. Onur Gundogdu daxuyanî xwed û wiha got: "Di nava 30 salan de bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Polîtîkayên di pirsgirêka Kurd de pêk tên gumanên me zêde dike. Li welat bi salene bi raman yekpera, otorîter îro jî bi heman ramanê AKP qada gelê Kurd teng dike. Daxwazên gelê Kurd tên înkar û li hemberî vê yekê operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dikin. Divê ji bo aştî û çareseriya demokrasiyê gav bên avêtin. Mirin hêviyên aştiyê ji holê radike."
Piştî daxuyaniyê girse belav bû.
QAQIZMAN
Li naçveya Qaqizmanê jî bi heman armancê li gundê Xavesorê yê li ber quntara Çiyayê Çemçeyê daxuyanî hate dayîn. Li ser navê komê Endamê Meclîsa Giştî yê Qersê Haydar Yildiz, daxuyanî xwend û wiha got: "Îro Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Lê mixabin hêj li Kurdistanê şer berdewam dike. Hêj mirov tên kuştin. Di şer de her tim zarokên kesên xizan jiyana xwe ji dest didin. Em îro li quntara Çiyayê Çemçe careke din bang dikin. Êdî em şer naxwazin. Em naxwazin zarokên me bimirin."