BDP’iyên dixwazin biçin Elkê tên astengkirin

BDP’iyên dixwazin biçin Elkê tên astengkirin

Piştî pevçûnên li navçeya Elkê ya Şirnexê rêxistinên BDP’ê yên bajar û navçeyê ku dixwazin li cihê bûyer li qewimî hûrkolîna bikin, lê destûr nadin ku BDP’yî bikevin Elkê.

Li Şirnexê li gel rêxistinên BDP’ê yên bajar û navçeyê, şaredarên herêmê ku xwestin biçin navçeya Elkê lê ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin. Piştî pevçûnên li navçeya Elkê BDP’iyên ji bo piştevaniya bi gel re xwestin biçin Elkê, piştî ku li ber deriyê Rêxistina Bajar ya Şirnexê kombûn bi karwanek dirêj ya wesayîtan ve ber bi Elkê ketin rê. Di derketina Şirnexê de polîsên sivîl û hêza çevîk bi dehan wesayîtên zirxî bend danîn û heyeta BDP’ê rawestandin. Ji endamên heyetê yên rawestandin re gotin, ji ber rageşiya li navçeyê ew dê destûrê nedin. Di encama israrkirina heyetê de destûra derbazbûyîna heyetê dan, polîsên destûr dan ragihandin ku, dê noqteyên din yên lêgerînê yên polîsan dê astengiyan derxînin.

Heyeta ku carek din ketin rê vê carê ji aliyê leşkerên Tabûra Millî ve hatin rawestandin. Bendê mana heyeta BDP’ê didome.