Balûken: Li Xorxolê dîmenên dagirkeriyê hene

Balûken: Li Xorxolê dîmenên dagirkeriyê hene

Rêxistina BDP'ê ya Xorxolê ya Çewlîkê bi tevlîbûna Wekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken li gundê Şêxanê xwarina piştevaniyê da. Balûken di xwarinê de axivî û diyar kir ku, li ser rê gelek nokteyên leşkerî hebû dîmenên dagirkeriya leşkeran dît.

Rêxistina BDP'ê ya Xorxolê ya Çewlîkê li gundê Şêxanê xwarina piştevaniyê da. Di bernameya xwarinê de Wekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken, Endamê Meclmîsa Daimî ya KCD'ê A. Riza Yurtsever, Serokê BDP'a Çewlîkê Halîs Yurtsever, Wekilê Şaredarê Kanîreşê Selîm Yildirim, nûnerên MEYA-DER û malbatên gêrîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dane amade bûn. Bernameya xwarinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re Şaredarê Xorxolê Mehmet Ocak, gel slav kir û spasiyên xwe anîn ziman.

'LI HERÊMÊ DAGIRKERIYA LEŞKERAN HEYE'

Parlementerê BDP'ê yê Çewlîkê û Wekîlê Koma BDP'ê Îdris Balûken diyar kir ku, ew bi rê ve rastî dîmênên dagirkeriya leşkeran hatin. Balûken bilêv kir ku, li her derê leşkeran nokteyên lêgerînê danîne û herêm ji aliyê leşkeran ve hatiye dagirkirin û wiha got: "Li herêmê daristanên şewitî, gundê valakirî, nokteyên kontrolê yên leşkerê wekî herêma şer û piştî şer wêrankirin hebû. Dema em hatin vê herêmê hêrsa me zêde bû. Ji bo pirsgirêka Xortolê çareser bibe me xwest meclîs komîsyonekê ava bike û lêkolîn bike. Lê AKP, CHP û MHP'ê ev yek qebûl nekir. " Axaftina Balûken bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hate qutkirin. Xwarin bi guhdriya muzîkê bi dawî bû.