Balûken bersiv da Fatma Şahîn: Meclîs ne ya bavê te ye!

Balûken bersiv da Fatma Şahîn: Meclîs ne ya bavê te ye!

Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Tirk Fatma Şahîn ji bo BDP’yiyan got; “An bila navberê bixin navbeyna xwe û rêxistina terorê, an jî ew nikarin li ser kursiyên meclîsa vî gelî rûnin.” Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlementerê Çewlikê Îdrîs Balûken bersiv da Şahîn û got; “Meclîs ne milkê bavê te ye."

Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Tirk Fatma Şahîn piştî teqînên li Dîlokê BDP’ê kir hedef û got; “An bila navberê bixin navbeyna xwe û rêxistina terorê, an jî ew nikarin li ser kursiyên meclîsa vî gelî rûnin.” Balûken bi rêya tevna civakî a Twitterê bersiv da van daxuyaniyên Şahîn û got:

"Her roj li wezîrên zimanreş ên AKP’ê yeke din zêde dibe. Meclîsa ku Fatma Şahin qala wê dike, ne milkê bavê wê ye. BDP jî bi şantaja Meclîsê stûyê xwe xwar nake.”

Niha, dê ne wezîrên nijadperest ên AKP’ê biryar bidin ka dê kî li Meclîsê rûne an jî rûnene, dê gelê me yê li benda çareseriyê biryara vê yekê bide. BDP, yekane pira biratiyê ya di navbera gelên me de maye ye.

An ev pir dê weke mîrateyeke dîrokî were dîtin û an jî dê vê pira biratiyê hilweşînin û sucê mirovahiyê bikin. Dîroka arenaya darizandina kesên sucê mirovahiyê dikin e.”