ANF Qendîl çarşem, 10 kewçêrê 2012, 17:03 Balefirên şerên artêşa Tirk herêma Qendîlê bombebaran kirin. Hat ragihandin ku bombebaran saet di 17.20 dest pê kir û bi qasî saetekê berdewam kir. Hate zanîn devera bi navê Aşfile hate bombebarankirin. Tu ziyanên can û mal çênebûne.